CÎHAN

Snowden: Tu kes bi qasî Trump ji Pûtînî hez nake

Dem : 28 Avrêl 2018 Duşem

Xebatkarê NASA’yê yê berê yê ku li Rûsyayê dijî ku xebatên Amerîkayê yên guhdarîkirina nepen derxistibû, Edward Snowden got ku tu kes bi qasî serokê Amerîkayê Donald Trump, ji Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hez nake.

Ji Trump çi dixwazin?

Li gorî nûçeya Huffington Postê, Snowden der barê hezkirina taybet a Trump bo serokê rûsî Pûtîn û lêpirsîna ‘destwerdana Rûsyayê’ ya Dozgerê Taybet Robert Mueller bi rê ve dibe, daxuyanî dane.

Snowden wisa gotiye: “Li vê dinyayê tu kes bi qasî Trump ji Pûtînî hez nake. Lê mirov gelek tiştan dixwazin gava hêvî dikin ku di lêpirsîna Mueller de gelek delîl li dijî Trump werin peydakirin.”

Her wiha Snowden îdiayên ku Rûsyayê destwerdana li hibijartina serokatiya Amerîkayê kiriye bi bîr anî û diyar kir ku hem Kremlin û hem hî Qesra Spî wê îdiayê red dike û got ku tu delîl dê li dijî Trump neyên peydakirin.

Trump çima ne ewle ye

Snowden diyar kir ku Trump ne kesekî wiha ye ku mirov bixwaze wî tev li operasyoneke sîxuriyê bike û wiha got: “Mirov a rastî bêje, her kesê ku bêtirî 3 deqîqeyan li Trumpî guhdarî bike, dê fêm bike ku ew kesekî wiha ye ku her tiştî xera dike. Trump ne fîgurek e ku mirov wek ‘Namzetê Mançuryayî’ wî tev li operasyoneke sîxuriyê ya aloz bike. Nexasim, ev zilam di dawiyê de peyvê ji bîr dike dê çi bigota.”

Ji aliyê din ve, Snowden diyar kir ku ev rewş nayê wê wateyê ku Trump naxwaze hevkariyê bi Rûsyayê re bike. MOSKOV

Albuma Nûçeyê