NÛÇE

Skandala hiqûqê: ‘Heval’ weke delîlê sûc dîtin!

Dem : 28 Pûşper 2018 Pêncşem

Xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Bariş Polat li Dîlokê bi hinceta ku ji hevalên xwe yên xebatê re gotiye ‘heval’, bi tewanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ hate sûcdarkirin

Li Tirkiyeyê roj naçe ku hikûmeta AKP’ê bi daraza xwe ya têkçûyî, skandalekê neke. Bi taybet jî di pêvajoya OHAL’ê de ev binpêkirin êdî gihîştine asteke metirsîdar. Yek ji van skandalên ‘hiqûqê’ jî li Dîlokê qewimî. Li gorî agahiyan, xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku qeyûm tayînê wê hatibû kirin Bariş Polat, di 12’ê nîsana 2018’an de li Termînala Otobusa Dîlokê hatibû binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê di îdianameyê de Polat bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ tewanbar kir. Di îdianameyê de, hevdîtinên telefonê yên Polat ên bi hevalên xwe yên xebatkarê rojnameyê, weke delîlên sûc hatin dîtin. Di heman demê de serdozgeriyê peyva ‘heval’ jî weke ‘Di hiyerarşiya rêxistinê de, termeke ku tê bikar anîne’ pênase kir û kir delîlê sûc.

Skandal li ser skandalê

Skandala serdozgeriyê tenê bi vê jî bi sînor nema. Serdozgeriyê tevlêbûna Polat a daxuyaniya çapemeniyê ya Meclisa 78’an a ji bo 27 kesên hatin binçavkirin, weke sûc nîşan da. Ji ber tevlêbûna daxuyaniyê jî serdozeriyê Polat bi tewana ‘endamtiya rêxistinê’ sûcdar kir.  Dosyeya Polat ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Dîlokê ve hat qebûlkirin û Polat dê di 29’ê hezîranê roja înê derbikeve pêşberî dadgehê. DÎLOK

Albuma Nûçeyê