POLÎTÎKA

Sînor, êdî li Kurdistanê bêwate ne! - Ahmet Aktaş nivîsand

Dem : 08 Pûşper 2018 În

Ahmet Aktaş

Eger dewleta tirkan, kengî dilê wê bixwaze karibe derbasî perçeyên Kurdistanê yên din bibe; karibe êrîşî Rojava bike, êrîşî Başûr bike, karibe komkujiyan bike, qir bike û dagir bike, wê gavê tu wate ji sînorên van dewletên dagirker hemûyan re namîne.

Ji bo vê dagirkeriya û van qetlîamên dewleta tirk, sedemên bêdengmayîna dewletên dagirker tê zanîn, ji ber ku xwedî heman zîhniyeta koledarî, kedxwarî û zulmê ne. Lê bêdengmayîna hinek dewletên ku xwe demokrat nîşan didin û bi taybetî jî bêdengî û bêhilwestmayîna saziya Neteweyên Yekbûyî, mirovan hêrs dike.

Lê di encamê de, bingeha hemû dewletan li ser zîhniyeta desthilatdariyê-serdestiyê hatiye avakirin û ew saziya ku dibêjin Neteweyên Yekbûyî jî derewek mezin e, ji ber vêya lazim e mirov navê wê sererast bike û bibêje “Saziya Yekitiya Dewletan”. Jixwe ew jî êdî bêkêr maye, fonksiyana xwe winda kiriye, nav û naveroka wê jî êdî bêwate ye. Ji ber ku bi tenê mafê dewletan diparêze, ne mafên neteweyan, an jî gelan.

Hinek gel di bin nîrên qirkirina netewayî re derbas dibin, mînaka heri balkêş û şênber gelê me ye, lê ev saziya bi erkê xwe ranabe. An jî li ser gotinê radibe, heta car caran di asta biryaran de daxwiyaniyan jî dide, lê dewletên nayê hesabên wan, li wan biryaran guhdarî nakin. Dewleta herî berbiçav a ku guh nade van gotinan, biryar û qanûnên navneteweyî û pêl wan dike û derbas dibe dewleta tirk ê R.Erdogan e.

***

Ji cara yekê Sûriyeyê dagir kiriye û hîn jî ranaweste, dibêje ez ê êrîşî Minbicê bikim û armanca wê ya bingehîn hemû Rojava dagir bike. Lê hemû dewletên cîhanê, bi tenê lê temaşe dikin, Yekitiya Dewletan jî jixwe vê zilma ku bi qasî çiyayekî ye, nabîne!

Niha jî berê xwe daye Başûr, dibêje ez ê Qendîl, Şengal û bi bingehîn tevaya Başûr jî dagir bikim. Dîsa dengekî xurt nayê ji cîhanê û ji wan hêz û saziyên ku mijara gotinê ne!

Helbet aqilmend û şêwirmendên Erdogan, şerd û mercên cihanê û herêmê yên aloz dibîne û dixwazin ji hinek valatî nava van konjuktûran sûd werbigrin.

***

Piştî hilbijartinên giştî, aloziya desthilatiya Iraqê û Herêma Kurdistanê dibînin. Li ser herêmê, Rusya û Amerîka jî hîn bi temamî li hev nekirine û hinek valatî li vir jî hene.

Mijara herî rojane û di rojeva Tirkiyeyê de ye hilbijartinên giştî û yên serokkomariyê ye. Ev mijar, ji bo desthilatiya Erdogan-Bahçelî pirsgrêka man û nemanê ye.

Ji bo vê xetera mezin ji ser xwe rakin, çi siyaset û kiryarên qirêj û gemar hebin ew ê bidin xebitandin. Ew niha, rizgariya desthilatiya xwe, bi giranî, di şer û cengên mezin ên xwînrij û qirkirinê de dibînin. Lewma bi çar lepan destên xwe avêtinin çek û amûrên cengê û xwîn jî devên wan di herike.

***

Ji bo serkeftina xwe, hêviya wan a mezin, ji hevkariya Berzaniyan û dewleta Îranê heye.

Ev kar û hewldanên wan ê ji bo êrîş û dagirkeriyê ji mêj ve ye. Ez bawer dikim, hêzên rizgariya gelên Kurdistanê jî, ji mêj vê di nava amadekariyek mezin û berfireh de ne. Hêzên çekdar, bê guman li gorî êrîşên çekdarî yên neyaran amadekariyên xwe xurtir dikin.

***

Her wiha hêzên siyasî jî, ji bo ku di hilbijartinan de desthilatdariya wan bişkîne, divê him li hundûr û him jî li derve xebata xwe hîn bêhtir xurt û berfireh bikin.

Çawa ew sînorên wan li nava welatê me û mejiyê me danîbûn, va ye êdî bê wate dimîne, divê em jî, ji bo ku zûtir van sînoran rakin, bêwate bikin û ji xwe me berê jî nas nedikir, em niha hîn xurtir nasnekin û ji binî ve hilweşînin, bi dil û can bi şev û roj bê rawestan bixebitin.

Di serkeftinan de em sînoran nas nekin!

Albuma Nûçeyê