FOTOGRAF

Sînerjiya serkeftinê

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Mervan Serhildan 

Hinek wêne hene ku eynika dîrokê ne. Sînerjiya civakê nîşan didin û dibêjin ku ev gel, ev hewldan, ev serhildan têk naçe, bidawî nabe; agirê ku avêtiye dil, ji heft salî û heta heftê salî tevahiya civakê dihundirîne û tu carî venamire. Nîşaneya asta berxwedanê ya herî berbiçav, beşdariya hêmanên civakê yên bi vî rengî ye ku sînerjiyê diafirîne. Li berxwedanên gelê kurd binêrin, hertim rewşeke wisa, rewişteke wisa nîşan didin. Zarok, jin, mêr, ciwan, kal, pîr wekî hewldana colemêrgiyan ku di van wêneyan de nîşan didin; civak bi giştî radibe ser piyan û li dijî dewletên çekdar, xwînî û qetlîamkar sînerjiyeke biheybet û dijwar diafirîne ku xewnên dagirkeran li wan diherimîne.

Her gel di rêya azadî, wekhevî û parastina nirxên civakî de, ji ewil û heta axir di nav hewldanan de ye. Ev, pêvajoyeke domdirêj e û di diyarkirina çarenûsa xwe de roleke bingehîn dilîze. Ev hewldan bi gelek têgehên nêzwate, yên wekî “têkoşîn, berxwedan, serhildan…” hatiye bilevkirin. Lê ligel vê hewldanê jî, di dîrokê de gelek civak bi ser neketine. Li dijî pergala serdest, hêzperest û dewletperest, bi sedan gel û civak ji pişaftin û qirbûnê rizgar nebûne. Têkoşiyane, lê hêza wan û debara wan têrê nekiriye; li dijî dewletên xwînî têk çûne. Li tevahiya parzemînên cîhanê gelek civakên qedîm qir bûne, ji ser dika dîrokê hatine avêtin.

Ev wêneyên hilbijartinên 24’ê hezîranê ku li Colemêrgê hatine kişandin jî nîşan didin, gelê kurd cuda ye! Serî natewîne, dev ji raperînê bernade. Nêzî hezar salî ye ku kurd û kurdistanî bi êrîşên pişaftker û qirker re rû bi rû ne. Li Rojhilata Navîn di bin êrîşên çaralî de ne. Gelê kurd di gelek qetlîaman re derbas bûye; lê her carê ji nû ve rabûye ser piyan û berxwedaneke tije fedekarî sepandiye. Wek efsaneyeke dîrokî, ji nû ve, bi israr û bi biryardarî sînerjiya komî afirandiye. Her carê jî, ji qirkirinan dersên nû derxistiye, bi rêbazên cuda û bi destpêkeke nû serî hildaye. Efsûna ku hebûna gelê kurd ebedî dike, her carê ji nû ve bi ber berxwedaneke dijwartir ve beralî dike, ev ‘sînerjî’ ye.

Kurt û kurmancî kurd, gelê kurd di rêya serkeftineke giştî de ye. Xwedî sînerjiyeke bêdawî ye. Gelê kurd di her qonaxeke dîrokê de berxwedanên qewîntir dihûne. Ji xwe wêne her tiştî diyar dikin, vedibêjin: Ev sînerjî û serkanî, heta serkeftinê wê bidome!..

Fotograf: Zeynel Bulut

Albuma Nûçeyê