POLÎTÎKA

Sindoqan ji gel direvînin

Dem : 29 Avrêl 2018 Sêşem

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen der barê biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de axivî û da zanîn ku YSK bi vê biryara xwe mûdaxaleya hilbijartinan dike. Bîlgen da zanîn ku bi taybet jî sindoqên ku herî zêde dengê HDP’ê heye dê bên veguhestin

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo hilbijartinên 24’ê hezîranê ji AKP’ê bêtir dixebite. YSK li aliyekî namzetên HDP’ê veto dike û li aliyê din jî cihê sindoqên ku 144 hezar hilbijêrên kurd diguherîne. Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got ku HDP bi gelek bendên hilbijartinê re mijûl dibe. HDP’ê diyar kir ku ev rasterast mudaxaleya encamên hilbijartinê ye û bang li hemû hilbijêrên kurd kir ku xwedî li sindoqên xwe derkevin

Rejîma AKP-MHP’ê ji tirsa ku ew ê hilbijartina di 24’ê hezîranê de têk biçe, bi rêya walîtiyan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da û xwest gelek sindoqên li Kurdistanê werin veguhestin. Li gorî biryara yekkirina sindoqan a YSK’ê li 68 gundên navçeya Amedê yên Bismil, Pîran, Hezro, Pasûr, Licê, Hênê û Farqînê ku di asta taxan de ne dê sindoq bibin yek. Ji aliyê din ve jî biryar hat dayîn ku sindoqên li Licê jî li herêma polîsan were danîn. Her wiha li Wanê jî biryar hat dayîn ku cihê 224 sindoqan li gundên cerdevanan bê danîn. Lê li gel vê yekê jî gel diyar dike ku ew ê bi her awayî dengê xwe bi kar bînin. Bîlgen: “Em bibin parêzvan û nobedarê sindoq û dengên xwe”

Li gel îtirazan jî dê cih biguherînin

Serokê YSK’ê Sadî Guven jî tevî îtirzan diyar kir ku bi hinceta ‘ewlehiyê’ dê cihê sindoqên ku 144 hezar hilbijêr lê dengê xwe diavêjin veguhezînin. Tişta herî balkêş YSK û Guven ku li gorî berjewendiya AKP’ê tevdigerin li aliyekî biryara veguhestina sindoqên ku 144 hezar hilbijêr dengê xwe lê bidin da, li aliyê din jî diyar kir ku bikaranîna dengan pir girîng e.

Armanc wan bilindkirina dengê AKP’ê ne

Ji aliyê din ve Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen li navenda giştî ya HDP’ê têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Bîlgen di civînê de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rojeva sereke û esil ewlehiya sindoqan e û wiha got: “Veguhestina 270 deng bandorê li ser encama hilbijartinê dike. Dixwazin ku bikaranîna denga zor û zehmet bikin. Hemû tabloyên vê neheqiyê li ber çavan in. Dixwazin dengên zêde yên HDP’ê veguhezînin navendên ku rêjeya AKP’ê lê zêde derdikevin û rêjeya HDP’ê daxînin. Tu hincetekên ku nîşan didin nayên qebûlkirin. Em bang li hemû hilbijêr û welatiyên xwe dikin ku xwedî li sindoq û dengên xwe derkevin. Em bawer in dê her hilbijêr dê bibe parazvan û nobedarê sindoq û dengên xwe.”

Her wiha Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê nerazîbûn nîşanî bêhiqûqiya YSK’ê da û got ku HDP’a ku bûye nûnerê her bawerî û nasnameyan bûye kabûsa dîktatoran. AMED

Albuma Nûçeyê