JIN

Sindoqan bibin ku derê em ê herin wê derê

Dem : 02 Pûşper 2018 Şemî

 Jinên Mûşê, der barê veguhestina sindoqên li bajarên Kurdistanê de axivîn û diyar kirin ku hikûmet dê bi van polîtîkayan nikaribe dengêdayîna wan asteng bike. Jinan destnîşan kir ku sindoqan bibin ku derê jî dê herin wê derê û dengê xwe bi kar bînin û gotin ku dê serkeftina hilbijartinê ya wan be

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 24’ê hezîranê re nelirêtiyên îktîdarê yên der barê hilbijartinê de zêde bûn. Li ser daxwaza waliyên îktîdarê û bi biryara YSK’ê li Serhedê dê li gelek gund, navçe û navendan wê cihên sindoqan bên veguhestin.

Ji bajarên Serhedê ku dê ji vê biryara nehiqûqî bi bandor bibe yek jê Mûş e. Li gelek gundên girêdayî navend û navçeyên Mûşê dê cihê sendoqên hilbijartinê bên veguhestin. Jinên Mûşê bertek nîşanî biryara YSK’ê dan û gotin ku ew sindoqan bibin derveyî welat jî dê herin dengê xwe bi kar bînin û bang li hemû jinan kirin ku di 24’ê Hezîranê de xwedî li sindoqan derkevin.

Jina bi navê Mulkînaz Ûçak anî ziman ku hikûmet dê bi van polîtikayan nikaribe dengdayîna wan asteng bike û wiha axivi: “Li Tirkiyeyê bi salan e li ser serê gelê kurd zilm heye. Divê em li hemberî vê zilmê tifaqa xwe ava bikin. 24’ê hezîranê ji bo me hemûyan ji rojên xweş re deriyekî nû ye. Zarokên me tu car ji rêya têkoşînê şaş nebûne û her tim li pey berxwedanê meşiyane. Niha dibêjin ku ew ê cihê sindoqan biguherînin. Ev polîtikaya astengikirina dengê HDP’ê ye. Em ê vê yekê qebûl nekin û ew wan sindoqan bibin ku derê em ê jî biçin wêderê û dengê xwe bi kar bînîn. Pêwîst e em sindoqên xwe pir baş biparêzîn û em şiyar bin ji bo ku pisîk nekevin trafoyê. Sindoqan bibin kuderê em ê herîn wêderê.”

Nayîze Saka jî destnîşan kir ku divê di 24’ê hezîranê de bi hêza xwe gelê kurd bibe yek û got ku xwedîderketina li sindoqan berpirsyariya herkesî ye. Saka diyar kir ku bi veguhestina sindoqan dixwazin bi ser bikevin û ev tişt anî ziman: “Lê divê em li hemberî van lîstikan bi zanebûn tevbigerîn. Ji Mûşê heta Colemêrgê divê herkes bi berpirsyarî tevbigere. Bi veguhestina sindoqan dê biryara me nedin guhertin. Em jin bi hev re li ser sindoqan divê peywirdar bin û ji bo rojên xweş û baş em hewl bidin. Dikarin sindoqên me bar bikin bibin lê nikarin têkoşîna me têk bibin. Ew sindoqan barbikin qesrê jî em ê herin li wêderê jî dengê xwe bidin HDP’ê.” MÛŞ

Albuma Nûçeyê