NÛÇE

‘Şêx Seîd û hevalên xwe di dilê kurdan de ne’

Dem : 29 Pûşper 2018 În

Neviyê Şêx Seîdê Kal, Mehmet  Kasim  Firat anî ziman ku bapîrê wî û hevalên xwe ji bo doza kurdan canê xwe feda kirin. Firat got ku divê kurd tifaqa xwe ava bikin û diyar kir ku Şêx Seîd û hevalên wî di dil û mêjiyê gelê kurd de ne

Dadgeha Îstîklalê ji bo Şêx Saîd û 47 hevalên wî biryara darvekirinê da û di 29’ê hezîrana 1925’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. Bi ser darvekirina Şêx Saîd û hevalên wî re 93 sal darbas bûn.  Di serî de malbatên Şêx Saîd û hevalên wî ji bo rastiya wê dîrokê derbikeve holê, tim xwestin şandeyeke ku heqîqetê lêkolîn bike bê avakirin lê tu carî bersiva vê daxwaza wan nehat dayîn. Dîroka wê rojê jî mîna hemû kiryarên ne diyar ên li Tirkiyeyê ku hatin jiyîn hîna di tarîtiyê de ye.

Di heman demê de hemû serlêdanên hiqûqî yên ji bo gorên Şêx Saîd û hevalên wî bidin malbatên wan jî bê encam man. Serokê Komeleya Şêx Saîd a ji bo li mafê Şêx Saîd û hevalên wî bigere hat avakirin û neviyê Şêx Saîd Mehmet Kasim Firat der barê mijarê de ji rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Şah Oruç re axivî. Firat da zanîn ku hişmendiya ‘Îtîhat-Terakkî’ dewam dike û wiha domand: “Kurd bi hêz in û li ber xwe didin.  Ger berxwedana kurdan nebûya dê pêşengên wan zû de bihatana bidarvekirin.”

Hişmendiya sedsal berê û ya niha heman e

Di berdewamê de jî Firat destnîşan kir ku tevî ku 93 sal bi ser darvekirina Şêx Saîd û hevalên wî re derbas bûne jî, berxwedana gelê kurd hîn didome û wiha got: “Hişmendiya berî 93 sal berê çi bû, îro jî heman hişmendiye. Hişmendiya Îttîhat û Terakkî hîna didome. Gelê kurd bi ruhê berxwedana tevgera Şêx Saîd têkoşîna xwe berdewam dike. Me hêj gora bapîrê min û hevalên wî nedîtine. Di felsefeya komarê de îmha û tunekirin heye. Hê jî vê îmha û tunekirinê berdewam dikin.”

‘Divê kurd tifaqa xwe ava bikin’

Mehmet Kasim Firat diyar kir ku jiyan, çand û zimanekî kurdan ê resen heye û ev nirxandin kir: “Kurd gelekî qedîm ê Rojhilata Navîn e. Li ser axa xwe ji bo gelên cuda malovanî kirine. Lê kurd tim rastî îmha û  înkarê hatine. Divê tifaqa kurdan bê avakirin. Pêwîst e kurd rûnin û di nav xwe de biaxivin. Lazim e kurd bi hêz bibin. Kurdên li 4 parçeyan divê bibin yek. Kurd xwediyê van deran in û divê hemû cîhan vê rastiyê qebûl bike.”

‘Gel di dil û hestên xwe de xwedî li goran derdikeve’

Di dawiyê de jî neviyê Şêx Seîdê Kal, Mehmet Kasim Firat ev tişt anîn ziman: “Dewletê tim cihê goran veşartin û bi awayekî fermî ranegihandin. Li Tirkiyeyê rêyên hiqûqî qediyan e. Di demên pêş de em ê serî li AÎHM’ê bidin. Gor li Qada Deriyê Çiyê ne û ji bo em gorên wan bibînin em ê li ber xwe bidin. Şêx Saîd ji bo ku nirxê kurdan biparêze, li ber xwe da. Şêx Saîd û hevalên wî ji bo vê yekê canê xwe feda kirin.  Em û gelê kurd di vê zanebûnê de ne. Gel di mejî, dil û hestên xwe de xwedî li goran derdikeve.”  AMED

Albuma Nûçeyê