ÇAND Û HUNER

Şêwekarê ‘xeyaleke xerîb’

Dem : 24 Pûşper 2018 Yekşem

Pêşangeha wêneyên hunermendê kurd ê ji Hewramanê, Başîr Naserî li Cafe Chalak Eventsê dê heta 19´ê tîrmehê vekirî be. Naserî navê “Xeyaleke Xerîb” li hunera xwe dike.

Bashîr Naserî ji bilî wêneyan bi çêkirina peyker û grafîkan re jî mijûl dibe. Bashîr Naserî ev du sal in ku li Amedê dijî û li vir xebatên xwe yên hunerî dewam dike. Di nûçeya Bianetê de ku Murat Bayram amade kiriye em fêr dibin ku Naserî li Zanîngeha Tehranê, li Fakulteya Wênesaziyê perwerde bûye û sala 2004´an zanîngeh qedandiye.

Bernameyeke hunerî

Nêzîkî 20 salan e ku hem li Îranê û hem jî li rojhilatê Kurdistanê di gelek muze û galeriyan de pêşangehên wî çêbûne. Heta niha peykerê muzîkjenê kurd Ghala Mara, yê helbestkarê kurd Abdurrahîm Mewlewî, yê helbestkarekî din ê kurd Mîrza Abdulkadîr û yê Pîremêrd çêkiriye.

Dema ku behsa xwe dike Nasaerî dibêje, ew ji Hewramanê ye û wiha dewam dike: “Demeke zêde ye li ser karê neqqaşiyê dişuxulim. Bavê min resam e. Ev nêzî 2 salan e li Amedê dijîm. Li Amedê li Zarok TV’ê dişuxilim.”

‘Berhemên min bi giştî ez im’

Ji bo navê hunerê xwe jî Naserî wiha got: “Ez nizanim belkî bibêjim, ‘xeyalî xerîbî min’, ango xeyaleke xerîb ketiye dinyayî îro. Xeyaleke xerîb ku li jiyaneke mentiqî û li jiyaneke realîst a îro de dijîm. Berhemên min bi giştî ez im. Dema ku ji diya xwe bûm heta niha ku welatekî din dijîm, ew jî welatê min e, parçeyekî din ê min e, ew jiyana min e. Nikarim bibêjim çawa dest pê kiriye, çi bûye ku kiriye ew bibe berhem.”

 

Albuma Nûçeyê