NÛÇE

Şewatên li Kurdistanê berfireh dibin

Dem : 03 Îlon 2018 Duşem

Şewatên li Kurdistanê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatin derxistin didomin. Ji ber bombebarana bi obus, hawan û balafirên şer li gelek deveran şewat derket. Herî dawî li gundên Bedehê, Orê û Babîrê yên herêma Metînayê ji ber êrîşên dewleta tirk şewat derket. Şewata li gundê Babîrê piştî çend saetan li qadeke fireh belav bû. Ji bo agir bi gund nekeve, gundî hewl didin şewatê vemirînin. Hikûmeta Kurdistana Federal ji bo vemirandina şewatê heta niha tiştek nekiriye. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê rewşê da.

Her wiha li herêma Kutudere ya navenda Dêrsimê beriya bi du rojan şewata ku ji ber bombebarana artêşa tirk derketî hê jî didome. Gundên ku li herêma şewatê dimînin salên 90’î ji hêla dewletê ve hatibûn valakirin, beşek jê jî di nav ‘herêma ewlehiya taybet’ de ne. Ji ber ku kes nikare nêzî wan gundên valakirî bibe tu agahî nayê wergirtin. BEHDÎNAN - DÊRSIM

Albuma Nûçeyê