NÛÇE

Sewalkarî hatiye ber tunebûnê

Dem : 28 Avrêl 2018 Duşem

Omer TUR / AMED

Hikumeta AKP’ê ku polîtîkaya wê li ser sektora taybet e, hemû çavkaniyên binerd û sererd firotin holdîng û kargehên biyanî. Di heman demê de di hêla aboriyê de jî bi temamî bi dewletên derve re hatiye girêdan. îthalkirina nîsk, genim, ceh, goşt û sewalan tenê mînakên vê yekê ne.

Li gund, navçe û bajarên Kurdistanê xweza derfetê dide mirovan ku sewalkariyê bikin lê ji ber aloziya civakî, siyasî, aborî, leşkerî û polîtîk, ji ber rewşa awarte hemû qadên hilberînê li gel hatine qedexekirin. Koçer nikarin biçin zozanan, mêşvan nikarin kewarên xwe bibin çiyayên asê. Her wiha sewalkar neçar dimînin ku dev ji vî karî berdin û koçî metropolan bibin.

Ji bûhabûnê tu kes nikare bikire

Der barê mijarê de qûrbanfiroşên amedî li ser xwedîkirin û firotina sewalan axivîn û diyar kirin ku ji ber bûhabûnê mirov êdî nikare sewalan bikire û bike qûrban. Têkildarî mijarê Cengîz Aslan anî ziman ku ji ber bûhabûnê kes nikare sewalan bikire. Yek ji firoşkarê sewalan Remzî Çelîk jî destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên dewletê sewalkarî êdî qediyaye.

Albuma Nûçeyê