NÛÇE

Şervan Derwîş îdiayên Çavûşoglû derewand in

Dem : 30 Avrêl 2018 Çarşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş têkildarî îdiayên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû axivî. Derwîş îdiayên ku dê hêzên YPG’ê ji Minbicê vekişin ne rast in.

Mevlût Çavûşoglû têkildarî rewşa Minbicê û hevdîtinên wan ên bi DYA’yê re anî ziman ku dê xwevekişandina YPG’ê ji Minbicê bişopînin. Çavûşoglû di berdewamê de jî îdia kir ku dê ‘ewlehiya’ herêmê pêk bînin. Çavûşoglû got ku piştî hevdîtinên wan ên li Washingtonê, dê nexşerêya vekişandina YPG’ê ya ji Minbicê bi hempîşeyê xwe Mike Pompeo re parve bike.

Çavûşoglû: Me mûtabakat îmze kiriye

Çavûşoglû di berdewamê de jî ev agahî parve kirin: “Di vê nexşerêyê de pêngavên şênber hene. Yek ji wan dê YPG ji wir bê derxistin û li şûna wê jî rêveberiyeke ku Tirkiye û Amerîkayê diyar kiriye dê bê bicihkirin. Dibe ku bibêjin ‘nîvî tu û nîvê  din jî ez ê diyar bikim.’ Li gorî mûtabaqatê, dê YPG ji Minbicê vekişe û teqwîm jî dê di 4’ê hezîranê de diyar bibe.”

Niyeta xwe aşkera kir

Di berdewamê de jî Çavûşoglû niyeta xwe ya di pêşerojê de jî bi van gotinan aşkera kir: “Li vir krîtera esasî, demografya ye. Li Minbicê ji sedê 90 ereb in. Kurd tenê ji sedî 2 ne. Tenê dikarin  ji sedî 2 jî di rêveberiyê de cih bigirin. Em ê piştre jî biçin Reqqayê, Kobanî û herêmên din. Minbic dê bibe model.

‘Armanca xerakirina ewlehiya herêmê ye’

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî îdiayên Çavûşoglû derewand û ev tişt anîn ziman: “Gelek dezgehên çapemeniyê îdia dikin ku em ji bajar vedikişin û dê dewleta tirk lê bicih bibe. Meclisa me ya leşkerî û hêzên koalîsyonê di nav hevkariyê de ne. Ev îdiayên tên kirin, derew in. Bi van îdiayan re dixwazin aramiya herêmê tevlihev bikin. Em dizanin ku koalîsyon bi dewleta tirk re hevdîtinan pêk tîne lê heta niha ne gihîştine tu encaman.

Albuma Nûçeyê