CÎHAN

Serokwezîrê Spanyayê ji peywirê hat girtin

Dem : 02 Pûşper 2018 Şemî

Serokwezîrê mûhafezakar Mariano Rajoy ku şeş sal in li Spanyayê serokê hikûmetê ye, ji aliyê parlamentê ve ji peywirê hat girtin. Li şûna wî, Pedro Sanchez ê sosyalîst bû Serokwezîr.

Li ser pêşnûmeya pê baweriyê ya Serokwezîrê mûhafezakar dengdan hate kirin û ji 350 parlamenteran tenê 180 wekîlî baweriya xwe bi Serokwezîr anîn.

Rajoy beriya dengdanê daxuyaniyek da û diyar kiribû ku pêşnûmeya ji aliyê Partiya Sosyalîst PSOE ve hatiye pêşkêşkirin wê ji aliyê parlamentê ve bê qebûlkirin.

Rajoy got, “Mirov dikarin bêjin ku wê pêşnûme bê qebûlkirin. Pedro Sanchez wê bibe serokê nû yê    

 hikumetê.”

Pêşnûmeya pê baweriyê, beriya hefteyekê hatibû pêşkêşkirin. Rojek beriya dengdanê Partiya Gel a Rajoy di doza gendeliyê ya bi navê Gurtelê de mehkûm bû.

Ji vê Înê û pê ve wê Sanchez Serokwezîrê nû yê Spanyayê be. Bi vî rengî di dîroka siyasî ya Spanyayê de gaveke nû tê avêtin. Cara yekê ye ku di dîroka Spanyayê de Serokwezîrek bi vî rengî ji peywirê tê girtin.

Rajoy ê 63 salî ku kanûna 2011’an bû desthilatdar, di dema peywira xwe de gelek krîzên mezin dît. Welat kete nava resesyonê, polîtîkayên giran ên teserûfê ferz kir, sala 2016’an krîza siyasî rû da û bi mehan dewam kir, herî dawî jî piştî ku Herêma Xweser a Katalonyayê cotmeha 2017’an serxwebûna xwe ragihand, krîzeke nû derkete holê.

Gel hertim ket nav hewldana ku kesê ku aramiyê ji welatê me û zarokên mere neyne ew kes nikare me temsilbike û bibe rêberê me. Her wiha gel daxwaza xwe ya ku edaletek nû mafek nû û jiyanek nû xwestin û serketin.Tê payin ku hikûmeta nû bi gel re bişêwire û jiyanek nû bide avakirin.

Pedro Sanchez piştî dengdanê daxuyaniyek da û got, “Em îro di dîroka demokrasiyê ya welatê xwe de rûpelekî nû vedikin.” MADRID

Albuma Nûçeyê