NÛÇE

Serokê TTB\'ê: Pêşnûma li dijî hiqûqê ye

Dem : 05 Sermawez 2018 Duşem

Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), li dijî pêşnûmaqanûna torbe ya "Astengkirina Tundiyê ya di Tenduristiyê de" ku AKP'ê pêşkêşî meclisê kir, li pêş Avahiya Konseya Navenda TTB'ê civîna çapemeniyê pêk anîn.

Di daxuyaniyê de Serokê konseya Navendî ya TTB'ê Sînan Adiyaman, Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahim Kara, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, parlamenterên HDP'ê û gelek bijîşkên hatine îxrackirin amade bûn. Di civînê de serokê Konseya TTB'ê Sînan Adiyaman, bertek nîşanî pêşnûmayê da û wiha got: "TTB demek dirêj e li dijî tundiya di qada tenduristiyê de têkoşînek mezin dide. Ji bo di qada tenduristiyê de rê li pêş tundiyê bigire gelek çalakî pêk tîne. Li aliyê din ji bo rê li pêş vê zagona ku nabe bersiva tundiyê têdikoşe. Mixabin gelek hempîşeyên me ji ber tundiya di qada tenduristiyê de me ew winda kirin. Lê li gel vê yekê îktîdarê daxwazên me yên rastkirinê nekirin zagon. Ev pêşnûmaqanûn, hiqûqê nas nakin û dûrî hiqûqê ne. Ev torbeyê zagonan ku 44 xal di nav de hene, li Tirkiyeyê di dîroka tenduristiyê de rewşa herî giran a li dijî hiqûqê ye. Bi vê pêşnûmayê dê bi hezaran bijîşk bi awayekî neheq û bê hiqûq ji karê xwe dûr bikevin û êdî dê nikaribin karê xwe berdewam bikin. Dîsa daxwaza zagona ku rê li pêş lawazbûna TTB’ê veke jî di vê torbeyê de heye. Ev pêşnûma ji bo tundiya di tenduristiyê de nabe asteng." Piştî daxuyayinê girseya ku tev li daxuyaniyê bû li pêş TBB'ê çalakiya rûniştinê pêk anî.

Li Wanê jî endam û rêveberên Odeya Tabîban û SES'ê yên Wan û Colemêrgê bi heman armancê li pêş Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê çalakî pêk anî. Endam û rêveberên Odeya Tabîban û SES'ê di çalakiyê de pankarta “Edî Bes e” vekirin û bertekên xwe anîn ziman. Serokê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger, anî ziman ku xala 24’an li dijî pêşniyara wan a TTB'ê ye. Deger anî ziman ku ev guhertin li dijî wicdan e û hewldanek kêfî ye. WAN-ENQERE

Albuma Nûçeyê