CÎHAN

Seroka Myanmarê Aung San li xwe mikur hat

Dem : 14 Îlon 2018 În

Seroka Myanmarê Aung San Suu Kyi îro di dageha Asyan a aborî li Hanoyoyê de got ku bêguman rêbazên baştir ji bo birêvebirina aloziya kêmnetewa îslamî hene.

Li wîlayeta Raxîn ku kêmneteweya îslamî ya Rohîngiya lê dijî, di 25’ê tebaxa 2017’an de rastî aloziyeke dijwar hat. Piştî ku çekdarên  Artêşa Rizgariya Arakan a Rohîngiyayê(ARSA) êrîşî 30 xalên asayîşê kir alozî mezintir bûn û veguherî karesateke mirovî.

Piştre desthilatdariya Myanmarê operasyona leşkerî li herêmê da destpêkirin û di encamê de bêhtirî 400 kes di pevçûnan de hatin kuştin. Her wiha bêhtirî 700 hezar welatiyên sivîl ên Rohîngiyayê koçberî Bangiladeşê bûn.

Komîteya Lêpirsînê ya girêdayî Meclîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî mehkum kiribû. NAYPYIDAW

Albuma Nûçeyê