NÛÇE

Sermayedar ji AKP’ê bawer nakin

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Ji hilbijartina 24'ê hezîranê re 11 roj man. Li Tirkiyeyê krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Betalî, xizanî her ku diçe zêde dibe. Her ku diçe qîmeta TL li hemberî dovîzê kêm dibe. Her ku diçe esnaf dikanên xwe digirin û fabrîqe tên girtin. Têkildarî aboriya Tirkiye û polîtîkayên AKP'ê yên aboriyê Hîndekarê Navenda Lêkolîna Îktîsada Siyasî yê Zanîngeha Greenwich a Îngîlîstanê Prof. Dr. Mehmet Ugur, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Ugur diyar kir ku ji 2005’an heta niha polîtîkayên AKP’ê yên aboriya “yerlî” û “millî” tune ye û wiha got: "Mezinbûna aboriyê ku dikin malê AKP’ê tune ye. Ji rastiyê dûr e. AKP, partiya ku çîna serdest a Tirkiyeyê bêtir bi polîtîkayên aboriya neo-lîberal a cîhanê ku xizanan bêtir xizan dike, betalan zêde dike û dewlemendan bêtir dewlend dike re kir yek. Mezinbûna Tirkiyeyê heta 2008’an li gori welatên pêşketî, pêş neketiye. Di serdema AKP'ê de mezinbûnek di qaliteya xerab de pêş ketiye. Mezinbûna enflasyon/faîz, betalî û bazirganya derve pêş ketiye. Tirkiye ji ber polîtîkayên AKP'ê ji 2004'an heta niha bê navber derbejêr diçe. Êdî aboriya Tirkiyeyê şikestî ye. Aboriya Tirkiyeyê hatiye asta krîza salên 1990’î."

AKP Kalvinîstiya îslamî dike

Ugur destnîşan kir ku AKP xwedî bîrdoziya Kalvînîzma Îslamî ya sermeyedaran e û wiha axivî: "Li gorî vê bîrdoziyê serkeftina maddî, wekî lutfa xwedê ye. Dewlemendî wekî ku xwedê bexşî evdê xwe yê AKP’î kiriye rewa dibîne. Sermaye wekî amûrekê li demokrasiyê dinere. Pragmatîk e. Sermayedar dixwazin her dem kara wan di ewlehiyê de be. Armanca wan ne parastina mal û milkê dewletê û gel e. Sermadeyar bêtir dixwazin kesên otorîter û zordest li ser kar bin. Ji ber vê yekê derdê sermayeyê ku li Çîn, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê razemeniyê nekin tune ye."

Ugur da zanîn ku Tirkiye dê fatura ku AKP ava kiriye bide û ezabê AKP'ê bikişîne û wiha berdewam kir: "Ger ku AKP li îktidarê bimîne, dê fatura wê ji pişta kesên xizan derxe. Pirsgirêka kurd ya kesên ku li ser esasê dijminantiya kurdan dikin û di xizmeta tundî û nijadperestiyê de refleksan nîşan didin e."

Bernameya HDP’ê ya aboriyê

Ugur destnîşan kir ku ew çareseriyê di bernameya HDP'ê de dibîne û wiha bi dawî kir: "Ez çareseriyê di bername û politîkya HDP'ê de dibînim. Ji ber ku HDP di qada aborî û civakî de hemû cudahiyan qebûl dike û hemû bawerî û nijadan esas digire. Di serdema AKP'ê de sermayedarên derve qezenç kirin. Sermayedarên Tirkiyeyê qezenç nekirin. Tirkiye di serdema AKP'ê de bû welatê ku herî zêde bi sermayedarên biyanî da qezençkirin. Ji ber vê yekê êdî gotinên AKP’ê yên der barê aboriyê de baweriyê nade. Sermayedarên herêmî û sermayedarên derve êdî zêde bawerî û ewlehiya xwe bi polîtîkayên AKP'ê yên aboriyê nîn in. Slogana HDP’ê ya "Dê bi te bê guhertin-tu dikarî" rasterast hilbijêran wekî kesên kirde û diyarker dibîne. Qîmet dide hilbijêr. Ev dirûşm hem hilbijêr xurt dike û hem jî berpirsiyariyê dide ser milê wî.  Nîşan dide ku kes ne tenê kesên ku xerç dike. Di heman demê de hildiberîne."  ENQERE

Albuma Nûçeyê