NÛÇE

Serlêdana malbata Ocalan hat redkirin

Dem : 01 Pûşper 2018 În

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ku xwestin hevdîtinê pêk bînin, cara 78’emîn red kir.

Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Her wiha malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne jî ji bo hevdîtinê serlêdan kiribûn. Serdozgeriya komarê serlêdana malbatan a 78’emîn red kir.

Serdozgerê ku bersiva serlêdana malbatan da, bi hinceta “Sînordarkirina der barê hikumxwaran de” ya hejmara 5275’an serlêdana malbatan red kir. Ji 11’ê îlona 2016’an heta niha 78 serlêdanên malbatan ên hevdîtinê ji hêla serdozgeriyê ve hatine redkirin. STENBOL

Albuma Nûçeyê