JIN

Serkeftina HDP’ê vejîna azadî û jiyanê ye - Berçem Cûdî nivîsand

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

Berçem CÛDÎ

Hilbijartina pêşwext ku bi biryara tifaqa AKP-MHP’ê dê di 24’ê hezîranê de pêk were, xwe dispêre kaos, aloziya siyasî, aborî û dîplomatîk. Tifaqa ku serî bi kaosan dernexist biryara hilbijartina pêşwext da. Heger tifaqa AKP-MHP’ê di hilbijartinên 24’ê hezîranê de bi ser bikeve, ew ê pergala xwe ya olperest û zayendperst mayinde bike. Heger têkoşîna demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li ser esasê parastina mafê jinan û wekheviyê hatiye avakirin, bi ser bikeve dê guhertinek gelek girîng di dîroka Tirkiyeyê de çêbibe. Bi taybet jî dê ji bo jinan guhertinek girîng çêbibe.

Divê hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn vê yekê bînin pêş çavan û ji bo siberojeke azad û aştîxwaz têbikoşin. Bi taybet jî jin divê li dijî pergala yekperest ku jinan di nav çar dîwaran de dîl digire, li ber xwe bide. Sîstema yekperest jinan ji mafên wê yên rewa bêpar dihêle. Pergala ku li ser yek ol, yek al, yek ziman, yek netew hatiye avakirin, jiyanê li jinan û li gelên cuda dike zindan. Hişmendiya DAIŞ’ê jî ji vê yekê re xizmetê dike. Çeteyên ku bi saya têkoşîna şervanê kurd li Minbic, Tebqa û Reqqayê têk çûn, niha li Efrînê bi saya alîkariya Tirkiyeyê dîsa êrîşî mafên gel û jinan dikin. Ev rengên êrîşan rûyê rast ê dewleta tirk li hemû cîhanê da nîşandan. Ji van êrîşan herî zêde jin bi bandor bûn. Jin di nav çarşefa reş de hatin pêçandin û ji azadiyê dûr hatin xistin. Li ser navê namûsê azadî û kesayeta jinan dîl hat girtin. Loma ji bo azadiya jinan hilbijartinên 24’ê hezîranê gelek girîng e. Divê jin dema ku biçin ser sindoqan azadiya xwe ya ku dîl hatiye girtin bînin pêş çavên xwe.

Ji bo Recep Tayyîp Erdogan û pergala ku ava kiriye û mirovan dîl digire têk biçe, divê HDP bi ser bikeve. Bi serkeftina HDP’ê dê vejîna dîroka azadiya jinan dest pê bike. Serkeftina HDP’ê vejîna azadî û jiyanê ye. Loma divê hemû jin dengên xwe bidin HDP’ê. Divê jin vê pêvajoyê baş analîz bikin. Divê hemû jin bi yek îradeyê, yek dengî û yek hêzê serî hildin û bêjin ‘Êdî bes e ji koletî û bindestiyê re’ û bi vê yekê jî divê jin pêşî li desthilatdariyê bigirin û têkoşîna azadiyê gur bikin. Hemû jinên ku li Tirkiyeyê dijîn bi vê şêwazê têbikoşin, dê teqez bi ser bikevin û pergala yekzilamiyê hilweşînin.

Albuma Nûçeyê