CÎHAN

Şerîda Gazzeyê niha aramtir e

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Şerîda Gazzeyê piştî şeveke dijwar aram bû û niha bal li ser protestoyên filistîniyan e. Li herêmê ji 2014’an ve şerê herî giran pêk hat. Ji Şerîda Gazzeyê 180 moşek bi ser Israîlê ve hatin avêtin. Gelek kes birîndarbûn, îsraîlî neçar man ku bikevin stareyên ewlehiyê.

Artêşa Îsraîlê li 150 tesîsên leşkerî yê Hamasê xist. Di êrîşên îsraîlê de jineke ducanî a 23 salî û keça wê ya 18 mehî, 3 filistîniyê din birîndar bûn. Hamas û Îsraîl ku Şerîda Gazzeyê bi rê ve dibin, bi navbeynkariya Misir û NY’yê li hev rûniştin û agirbest qebûl kir. Agirbest beriya derengiya şevê pêk hat.

Rayedarên Hamasê û Îsraîlê tu daxuyanî neda. Li gorî çapemeniya Îsraîlê hin rayedarên îsraîlî hembûna peymanê derewendandin. Li gel vê jî, li gorî nûçeyên di çapemeniyê de Îsraîlê gotiye, ku Hamas û komên hevalbendên wê êrîşî wan nekin, ew jî bersivê nadin. QUDS

Albuma Nûçeyê