CÎHAN

Sergey erênî ye lê dibe şeytaniyek tê de hebe

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got, encamên lûtkeya navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un erênî dibînin lê dibe ku şeytaniyek tê de hebe.

Ryabkov derbarê lûkteya navbera Trump û Kîm ya li Singaporayê bi rê ve çûbû de hinek daxuyanî dan û got, ku ew lezandina ku lûtkeyê daye çareseriya li nîvgirava Koreyê erênî dibînin lê divê li hêviya hûrgiliyên wê tevbigerin.

Herwiha Ryabkovî got, “Ne pêkan e ku em jî ne keyfxweşbin. Lê şeytanî di hûrgiliyên de veşartî de ye û divê em encam bi awayekî berbiçav bibînin. Lê bi qasî min fêm kir, pêvajo lezandî ye.”

Rayedarê rûs diyar kir ku wek Rûsya dibên ku formata şeşalî(Koreya Bakur, Koreya Başûr, Rûsya, Çîn, Japonya û Amerîka) ya gotûbêjan dîsa were xwestin û piştgiriyê bide encamên berbiçav û wiha dewam kir: “Em difikirin ku ew dem dê were ku dostên me yên çînî û aliyên din ên gotûbêjên şeşalî bi hev re dîsa vê formatê bixwazin û em ji bo encaman jî li ser xebatê berdewam bin”.

Ryabkov diyar kir ku Moskowa herdem bi Kêfxweşî pêşwazî li wan gavên ku çekên nûkleerî ji Nîcgirava Koreyî rakin kiriye û wiha dewam kir: “Rûsya wek berê dê li ser piştgiriya çareseriyên siyasî, entelektuel, sepanbar û afirîner ji bo pêşketinên ku di dema borî de kom bûne berdewam be.”

Ji aliyê din ve, Parlamenterê Parlamentoya Rûsyayê Yûriy Şvitkînî got, “Em bi erênî pêşwaziya civîna navbera Kim Jong-un û Trump dikin. Lê di heman demê de em bawer dikin ku civîna yek lûtke dê encamên hêja bi xwe re neynin.”

Alîkarê Serokê Konseya Federasyonê ya Parlamentoya Rûsyayê Vladîmîr Cabarov jî got ku Moskow jî amadeye ku pêvajoya nehiştina çekên nûkleerî li Koreya Bakur û Nîvgrava Koreyî bibe. Cabarovî got,” Rûsya amade ye ku anîna aştiyê bo Nîvgirava Koreyî bilezîne. Divê nehiştina çekan di navbera 6 aligiran de pêk were. Pyonyang misogeriya civaka navdewletî dixwaze û pêşî ji Amerîkayê.” MOSKOV

Albuma Nûçeyê