NÛÇE

Şerê li Bakur û Başûr her ku diçe dijwartir dibe

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

Şerê di navbera gerîlayên PKK’ê û hêzên artêşa tirk ên li bejahiya bakur û başûrê Kurdistanê her ku diçe dijwartir dibe. Di çarçoveya pevçûnan de li gelek deveran hêzên gerîla derbên giran li artêşa tirk dan. Hat zanîn ku di encama pevçûnên dawîn de 11 leşkerên dewleta tirk hatine kuştin.

Der bare mijarê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê agahî dan. HPG’ê da zanîn ku di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî’ de li başûrê Kurdistanê 4 leşker hatine kuştin. HPG’ê der barê çalakiyên sûîqestê yên li herêma Barzanê de jî agahî dan û da zanîn ku hêzên wan ên YJA-Starê li herêma Tepê Xwedê du çalakiyên sûîqestê pêk anîne û di encamê de jî 2 leşker hatine kuştin.

Li Geverê gelek leşker hatin kuşktin

HPG’ê daxuyand ku hêzên wan li girê Şehîd Gafûr a Gevera Colemêrgê jî çalakî pêk anîne. HPG’ê got ku di çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin lê hejmar nehatiye zelalkirin. Navenda ragihandinê aşkera kir ku hêzên YJA  Starê li ser girê Koordîne yê Çelê ya Colemêrgê çalakî pêk anîne û di encamê de çepereke çeka giran a A4 hatiye rûxandin û 2 leşker jî hatine kuştin.

Li herêma Serhedê çalakî

Têkildarî çalakiyên li Wanê jî navenda ragihandinê ev agahî parve kirin: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me di 1’ê hezîranê de dema ku  helîkoptereke bi tîpa Skorsky a artêşa TC a dagirker, ji qereqola Tingê ya li herêma Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê sewqiyat dikir, bû hedefa hêzên me. Derbên giran li helîkopterê hate xistin û neçar ma ku ji herêmê biçe. Piştî çalakiyê, artêşa TC a dagirker li herêmê dest bi operasyonê kir. Di 2'yê hezîranê de hêzên me li dijî yekîneyeke leşkerî ya li herêma Geliyê Şaxê ku derketibû operasyonê, çalakî pêk anî. Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye zelalkirin, 4 leşker hatin kuştin. Li ser vê yekê jî hêzên dagirker operasyoneke berfireh kirin lê di 4’ê hezîranê de bê encam vegeriyan. Di 4’ê hezîranê de jî li zozana Hopê ya Tetwana Bedlîsê yekîneyeke dagirkeran bû hedefa hêzên me. Di çalakiya sabotajê ya hêzên me de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.” BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê