CÎHAN

Şerê Koalîsyona Erebî dijwar dibe

Dem : 21 Pûşper 2018 Pêncşem

Hêzên Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, piştî balafirgeha El Hudeyda bi dest xist, niha berê xwe dan bendera El Hudeyda. Hate zanîn ku li kolana Kornîş ku rêya çûyîna benderê şer rû dide.

Piştî ku hêzên Yemenê yên piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî ya Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike duh balafirgeha El Hudeyda bi dest xist, îro di saetên sibê de berê xwe dan bendera bajar.

Fermandarê Hêzên Koalîsyona Erebî yê Berava Rojava ya Yemenê yê Îmaratên Erebî Ebdulselam El Şihî di dîmenekî de ku ji aliyê Ajansa Îmaratê ve hate weşandin. Ebdulselam El Şihî got rizgarkirina balafirgeha El Hudeyda bi beşdarbûna tugayên El Emaliqa û piştgiriya hêzên koalîsyonê hate destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Balafirgeh ji hûsiyan bi temamî hate paqijkirin û niha di destê hêzên me de ye.”

Li aliyê din çavkaniyên ji hikûmeta Yemenê ji ajansa Frace Prees re got ku hêzên Yemenê bi piştgiriya Koalîsyona Erebî ber bi bendera El Hudeyda ve pêş ve diçe û tekez kir ku tenê 8 kîlometre di navbera wan û benderê de maye.

Çavkaniyên tenduristiyê destnîşan kir ku di nav 48 saetên dawîn de 156 çekdarên hûsiyan hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne, di heman demê de 28 endamên artêşa Yemenê û Koalîsyona Erebî hatin kuştin. Bi vê yekê hejmara kuştiyên herdu aliyan ji destpêka hemleya El Hudeyda ve derket 348’an. SANA

Albuma Nûçeyê