JIN

Serdema nû serdema têkoşînê ye

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî plansaziya nû axivî û got ku ji bo wan serdema nû serdema têkoşîndayînê ye.

Taşdemîr diyar kir ku jin di hilbijartinan de rolek girîng lîstiye û anî ziman ku ji bo serdema nû xeta têkoşîndayînê û plansaziya xwe amade kirine û wiha axivî: “Li dijî vê desthilatdariya li ser jinan her tiştî ferz dike û rewa dibîne berpirsyariya me mezin e. Ji ber vê pergala faşîst dê têkoşîna me hîn bêhtir radîkal dewam bike.”Taşdemîr destnîşan kir ku li dijî pergala ‘yekzilamî’ ku destpê kir dê rêxistinbûna xwe mezintir bikin û li dijî van pêkanînên serdema nû seferberiya rêxistinbûyînê dane destpêkirin.

Taşdemîr bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û ev tişt got: “Yek ji plansaziya jinan ew e ku li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan xeta têkoşînê bihûnin. Polîtîkaya çewt a li ser jinan tê birêvebirin ji polîtîkaya tecrîdê ne cudatir e. Pêkanîna tecrîdê kûrkirina şer e.”

Her wiha Taşdemîr da zanîn ku dê li her derê têbikoşin û wiha bi dawî kir: “Em ê wek jinên HDP’î li dijî tarîtiyê li qadan bin. Li dijî hemû tasfîkirin û pêkanînên li ser jinan em ê ji nû ve aj bidin û piştevaniya jinan xurt bikin. Ji bo me vê serdema pêşiya me serdema têkoşîndayînê ye.” ENQERE

Albuma Nûçeyê