NÛÇE

Şengaliyan tecrîda li Îmraliyê şermezar kir

Dem : 10 Tebax 2018 În

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir. Saziyê diyar kir ku ev nêzî 20 sal e Ocalan di bin tecrîdek giran de ye û ew ji rewşa Ocalan bifikar in.

Saziyê anî ziman ku ramanên Ocalan ji bo gelê êzidî wek çavkaniya jiyana azad û wekhev e û wiha hat gotin: “Fikrên Ocalan ne tenê ji bo civaka êzidî ji bo cîhanê bûye sembola azadiyê. Em weke Saziya Malbatên Şehîdan daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Ev bi salan e ku Rêbertî di bin tecrîdeke giran de ye. Di şexsê Rêber Apo de mafê hemû civakên bindest tê binpêkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de saziyê bang li hemû civakên azadîxwaz kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û rabin ser pêyan.

Ji aliyê din ve parêzerên a Kantona Kobanê jî bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir. Parêzeran diyar kir ku armanca dewleta tirk ew e ku gelê kurd ji Ocalan dûr bixe û vîna azad a gel bişikîne. Her wiha parêzeran bang li hemû deste û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bi berpirsyariyên xwe yên mirovî rabin û zextê li hikumeta Tirkiyeyê bikin da ku Ocalan were azadkirin. KOBANÊ - ŞENGAL

Albuma Nûçeyê