NÛÇE

Şengal piştgirî da Qendîlê

Dem : 03 Tîrmeh 2018 Sêşem

Çalkiya Mertalên Zindî ku ji aliyê ciwanan ve li dijî dagirkeriyê hatiye destpêkirin didomin. Duh ciwanên Şengalê çûn serdana çalakvanan û bang li hemû ciwanan kirin ku li dijî dagirkeriyê berê xwe bidin Qendîlê

Çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanên başûrê Kurdistanê ku di 8’ê hezîranê de li dijî dagirkeriya dewleta tirk li Binarê Qendîlê dabûn destpêkirin, didome. Serdan û piştgiriyên ji bo çalakiyê jî her roj berfireh dibe. Duh jî bi dehan ciwanên Şengalê serdana çalakvanan kirin. Ciwanên ji Şengalê hatin diyarkirin ku ew Qendîlê ji bo xwe wekî hêviyekê dibînin.

Di destpêkê de li ser navê çalakvanên Mertalên Zindî Sîrwan Raperîn axivî û û anî ziman ku yên raste rast li hemberî komkujiya osmaniyan û çeteyên tirk hatîn niha li vir in û wiha got: “Em sedemê hatina wan baş fam dikin. Gelê Şengalê û êzidî di komkujiyên dewleta tirk û çeteyên wê re derbas bûne û armanca wan a hatina vir baş tê zanîn.”

Piştre li ser navê Komeleya Ciwanên Êzidî Gerzan Azer axivî û bal kişand ser komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an û ev tişt vegot: “Di dema komkujiya 3’yê Tebaxê de bi sedan gerîla berê xwe dan Şengalê. Ji bo vê ev erkek pîroz e li ser me ku em li Qendîlê ne. Qendîl ji bo me pîroz e. Divê li derdora van çiyayên pîroz, ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê û êzidî bi ruhê fedayî yê şehîd Zîlan re bibin yek û bi vî ruhê berxwedanê yekitiya xwe ava bikin. Em ê bi ruhê serkeftina Kobanê û Şengalê, Efrîn û axa Kurdistanê li hemberî dagirkeran biparêzin.”

Azer di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên êzidî kir ku li dijî dagirkeriyê berê xwe bidin Qendîlê.

Her wiha piştî axaftinan bi boneya salvegera şehadeta Zîlan ciwanên Şengalê û Mertalên Zindî serdana Şehîdgeha Mehmet Karasungur kirin. QENDÎL

Albuma Nûçeyê