POLÎTÎKA

Sendroma ewlehiyê

Dem : 03 Pûşper 2018 Yekşem

Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji bo mîtînga hilbijartinê îro tê Amedê û beriya ku Erdogan were Amedê polîs mal bi mal geriyan û nasname kontrol kirin

Berdevkên hikûmeta AKP’ê di her firsendê de dibêjin ku li Kurdistanê serdestî bi dest xistine û li kolanan ‘aramî’ heye. Her wiha dibêjin ku li gundan ewlehî heye, lê bi hinceta ‘ewlehiyê’ sindoqên hilbijartinê vediguhazin gundên cerdevanan. Li aliyê din bi ser malan de digirin û siyasetmedaran binçav dikin.

Dê îro serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ji bo mîtînga hilbijartinê were Amedê. Lê beriya ku Erdogan bê li Amedê rewşa awarte hat îlankirin. Rojek beriya wê li her derê bajar kontrola polîsan hat danîn û li hin rêyan jî barîkat hatin danîn. Erdogan ji ber dê bi balafiran bê Amedê li balafirgehê heta rêyên ku diçin walîlîk û Qada Stasyonê alên AKP’ê hatin daliqandin. Dîsa li rêyên ku dê Erdogan lê derbas bibe bi awayekî lez û bez xebatên asfaltkirinê hat destpêkirin.

Lê vê carê derveyî van pêkanînên ku di her hatina Erdogan de tê kirin, polîsan mohra xwe li bin bûyereke balkêş jî xistin. Polîsan bi talîmata Wezareta Karê Hundir, ji balafirgehê destpêkirin heta Bûlvara Mahabadê (Rêyeke 75 metre ye) hemû mal û avahiyên ku li ser vê rêyê ne ji GBT’ê derbas kirin. Di malên ku GBT’ê hat kirin, agahiyên çend kes li malê dijîn hatin qedkirin.

Her wiha li Colemergê jî rejîma AKP-MHP’ê bi nêzîkbûna hilbijartinê re ji ber daxwazên dengdêrên li Kurdistanê kete nav tirsê, ji bo mehekê xebatên hilbijartinê li bajar qedexe kirin. AMED

Albuma Nûçeyê