CÎHAN

Senatorê DYA’yî Tirkiye hişyar kir

Dem : 06 Tîrmeh 2018 În

Senatorê DYA’yî li ser hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo girankirina êrîşên dagirkeriyê yên li Rojava û bakurê Sûriyeyê hişyarî da û got ku di rewşeke wiha de dê Tirkiye bikeve nava çiravekê

Dewleta tirk û serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di ser dijminatiya li dijî kurdan de hewl dide dagirkeriya xwe kûrtir bike. Di salên dawî de jî ev yek bi awayekî şênber raxist ber çavan. Li aliyê din hêzên serdest yên wekî DYA’yê jî li dijî van planên Erdogan bi bertek e. Senatorê DYA’yî û endamê Komîsyona Xizmetên Çekdar Lîndsey Graham, piştî hevdîtina bi serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan, duh li Bexdayê daxuyanî da. Graham li ser niyeta Tirkiyeyê ya ji bo zêdekirina êrîşên xwe yên dagirkeriyê hişyarî da.

Grahan di axaftina xwe de li dijî  dewleta tirk a ku dixwaze li Efrîn, Bab û derdora wê dagirkeriya xwe kûrtir bike derket  û wiha got: “Di rewşeke wiha de hûn ê bikevin nav çiravekê.” Graham da xuyakirin ku divê Tirkiye piştgiriyê bide hebûna leşkerên Amerîkî yên li Sûriyeyê û destnîşan kir ku hebûna van leşkeran tiştekî ‘baş’ e. Derbarê nîqaşên dewleta tirk ên li ser leşkerên DYA’yê yên li Rojava jî Graham diyar kir ku wî gotinên xwe yên li ser hebûna leşkerên DYA’yî ji serokomarê tirk re jî gotiye. Graham ji bo YPG’ê ya ku beriya niha ji xwe ragihandibû ku ji Minbicê derketiye got, mayîna wan li rojhilatê Firatê ‘têrê’ dike. BEXDA

Albuma Nûçeyê