NÛÇE

‘Senaryoya li Efrînê dê li Minbicê dubare nebe’

Dem : 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş têkildarî rewşa dawî ya li Minbicê û îdiayên dewleta tirk, axivî. Derwîş da zanîn ku dewleta tirk bi gef û êrîşên xwe biryarên civîna Încîrlîkê binpê dike.

Şervan Derwîş got ku Minbic niha herêmeke ewle ye û ev tişt anîn ziman: “Dewleta tirk vegera koçberan ji bo xwe dike hincet. Beriya ku dewleta tirk qala Minbicê bike, divê li Cerablus, Bab û Efrînê binêre. Ev herêmên ku hatin dagirkirin, rojane dizî û talan lê tê kirin. Ji ber şerê di navbera çeteyan de jî gelek sivîl dimirin. Hemleya rizgarkirina Minbicê bi awayeki koordîne û lihevkirina hêzên navneteweyî û herêmî pêk hat. Dewleta tirk jî perçeyeke vê lihevkirinê bû. Niha jî propagandaya berevajî ya civîna Încîrlîkê dike.”

‘Ger êrîş bikin em ê bersivê bidin’

Di berdewamê de jî Derwîş got ku wan bi fermandariya YPG’ê re li hev kirine da ku piştî xebatên xwe, şêwirmendên xwe ji Minbicê vekişînin. Derwîş got ku helwesta dewleta tirk a li hemberî YPG û rêveberiya Minbicê  ne di cih de ye û wiha dom kir: “Deriyên me ji her kesî re vekirî ne, her kes dikare serdana Minbicê bike û rewşa wê ji nêz ve bişopîne. Ger dewleta tirk êrîşeke îxtîmalî pêk bîne, dê yekîneyên me bi hemû hêz û derfetên xwe bajarê xwe biparêzin.”

Xebatên hevbeş ên bi koalîsyonê re

Şervan Derwîş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dê fermandariya me bi hêzên koalîsyona navneteweyî re bicive. Em bi hêzên koalîsyonê re parastina bajar dikin û ji bo xetên pêş jî xebata me ya hevbeş heye. Ji ber vê yekê jî senaryoya li Efrînê li Minbicê dê dubare nebe. Gef û êrîşên dewleta tirk, ji bo axa Sûriyeyê metirseyeke mezin e.”

‘Hevpeyman me eleqedar nakin’

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di civîna hevpar a  wezîrên karên derve yên DYA û Tirkiyeyê de hat destnîşankirin ku her du aliyan ji bo Minbicê li ser hinek xalan li hev kirine. Têkildarî mijarê rêveberên Minbicê yên leşkerî û siyasî jî dan zanîn ku haya wan ji van lihevkirinan nîn e û wan eleqedar nake. MINBIC

Albuma Nûçeyê