JIN

Sekna HDP’ê sekneke xurt e

Dem : 02 Pûşper 2018 Şemî

Endamên Platforma Jinan a Çorlûyê, hilbijartina 24’ê hezîranê nirxandin. Endamên platformê diyar kirin ku her diçe bêtir mafên wan tên binpêkirin û dê van tiştan bînin berçavan û biçin ser sindoqan.

Mukaddes Akdenîz diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de bersiva polîtîkayên ku dijminatiya jinan dikin bidin û destnîşan kir ku AKP’ê li Tekîrdagê ji 7 nazmedan tenê namzedeke jin nîşan dane, lê belê HDP’ê 3 namzedên jin nîşan dane, ji bo vê yekê dê dengê xwe bidin HDP’ê. Akdenîz got ku di warê azadiya jinan de sekna HDP’ê sekneke xurt e.

Alev Yildirim jî diyar kir ku gelek sedemên wan ên ku ji bo deng nedin AKP’ê hene û anî ziman ku bê guman dengê xwe bide HDP’ê, tenê HDP dikare li dijî polîtîkayên qirêj têbikoşe. Yildirim got ku jin di meclisê de çi qasî zêde bin dê ew qasî dengê wan zêde bilind bibe. TEKÎRDAG

Albuma Nûçeyê