CÎHAN

Şefê Talîban ê Pakistanê hate kuştin!

Dem : 16 Pûşper 2018 Şemî

Artêşa Amerîkayê li eyaleta Kunarê ya Afganistanê êrîş bire ser şefê Talîban ê Pakîstanê. Gelek jêderk dibêjin şefe Talîban hatiye kuştin.

Serhengê amerîkî O’Donnell bi daxuyaniyeke nivîskî wiha got: “Hêzên Amerîkayê 13’ê hezîranê li eyaleta Kunarê ya li nêzî sînorê di navbeyna Afganistanê û Pakistanê de bi çarçoweya antî-terorê êrîşek bir.’’ Rayedarê amerîkî got ku armanca êrîşê berpirsê payebilind ê Talîban ê Pakistanê bûye.

Rayedarê leşkerî got ku ew ê girêdayî wê agirbestê bin ku hikûmeta afgan bi Talîbanan re daniye.Medyaya amerîkî got ku armanca vê êrîşê yek ji fermandarê girîng ê Talîban ê Pakistanê Molana Fezlûllah bûye. Berdevkê Berevaniyê ya Afgan Muhammed Radmaneş got di nav miriyan de Fezlûllah jî heye û ev operasyon bi hevkariya hêzên afgan û amerîkî pêk hatiye.

Hikûmeta Pakistanê hêj daxuyaniyeke fermî nedaye lê jêderkeke ewlehiyê ji ajansa nûçeyan a fransî AFP’ê re axivî û diyar kir Fezlûllah jî hatiye kuştin.Wezareta Bervaniyê ya Amerîkayê adarê ragihandibû ku kesê ku bibe alîkar cihê Fezlûllah nîşanî wan bidin dê 5 milyon dolar bidin wan. Fezlûllah bi gelek êrîşên Pakistanê re û bi êrîşa bombeyî ya 2010’an li New Yorkê Times Squareyê re têkildar xuya dike. ÎSLAMABAD

Albuma Nûçeyê