NÛÇE

‘Sedema krîza aboriyê AKP ye’

Dem : 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Omer TUR / AMED

Polîtîkayên hikumetê yên der barê aboriyê de li tevahiya Tirkiyeyê rê li ber karaseteke mezin ê aborî û mirovî vekir. Esnaf êdî dikanên xwe bêsifteh digirin û nekarin debara malbatên xwe bikin. Li hemberî vê krîza aborî, gelê Amedê jî nêrînên xwe anîn ziman. Amedî dibêjin ku sedema krîza heyî, hikumeta AKP’ê ya ku ev 16 sale gel dixapîne ye

Ji ber polîtîkaya hikumeta AK’ê ferqa di navbera îthalat û îxracatê de her ku diçe zêde dibe. Ev yek jî tê wateya deyndarbûna Tirkiyeyê. Ev deyne jî her ku diçe mezintir dibe û lîreyê dewleta tirk li hemberî dolar û euroyê pir bêqîmet dibe. Bi vê yekê re jî krîza aborî ya heyî, her ku diçe kûrtir û rûxînertir dibe.

Aborînas bi fikarin

Tevî dane û encamên li holê, aborînasên Tirkiyeyê jî li hemberî vê rewşa heyî pir dileveker naaxivin. Aborînas deynê Tirkiyeyê yê ku 480 milyar dolar derbas kiriye bibîrdixin û dibêjin ku dê krîza aborî ji ya 2001’an pir rûxînertir be.

‘Hikumet jî nikare krîzê veşêre’

Bêguman bandora aboriyê herî zêde jî li esnafên biçûk dike. Me jî wek e-rojanemeyê xwest nêrîna gelê Amedê bigirin. Ji esnafên biçûk ên Amedê Oner Ari ku tiştên taşê difiroşe anî ziman ku niha esnafên biçûk nikarin debara xwe bikin. Ari bi lêv kir ku sedema rewşa xerabe krîza aboriye û wiha got: “Li herêmê şer heye û şer jî bê pere nabe. Niha Tirkiye di nava krîzeke aborî de ye û hikumet bi xwe jî nikare vê rastiyê veşêre.”

Çareserî demokratîkbûn e

Di berdewamê de jî anî ziman ku hikumeta heyî nikare pêşî li krîza aborî bigire û wiha ev nirxandine kir: “Hemû gel dizanin ku desthilata me hemû jî diz in. Êdî kes bi wan bawer nîne. Ji bo çareserkirina vê krîzê beriya her tiştî divê Tirkiye di nava xwe de welatekî demokratîk û biaşitî û aram be. Hemû paketên qaşo ji bo aboriyê, li alîgirên xwe belav kirin. Herkes ji wan aciz e.”

Sedema vê krîzê kî ye?

Der barê mijarê de yek ji şanogerên berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Vural Tantekîn ku bi avêtina qeyûm re hate îxrackirin jî got ku AKP’ê aboriya Tirkiyeyê bi temamî talan kiriye. Tantekîn da zanîn ku ji vê talanê herî zêde esnaf pê bandor dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku heta niha du porsiyonên durumê dixwarin, niha dikarin tenê yekê bixwin. Rewş ev e. Ev 16 sale AKP dibêje ‘em ê edaletê tesîs bikin û aşitiyê bînin’. Erê baş e ev 16 sale kî ye li ser desthilatdariyê? Sedema hemû tiştên neyînê, AKP ye. Ez bang li herkesekî/ê xwedî wijdan dikim ku dema çûn ser sandoqê bila rewşa heyî li ber çavan bigirin û paşê deng bidin.”

Albuma Nûçeyê