JIN

Şaredariyên gel dê dîsa li gel vegerin

Dem : 03 Tîrmeh 2018 Sêşem

Hevşaredara Balpinarê ya girêdayî Êlihê Gulîstan Erdînç ku qeyûm cihê wê dagir kiribû, der barê kiryarên qeyûm de axivî û diyar kir ku bi qeyûman re her tiştên der barê jinan de hatine tesfiyekirin.

Erdîç ku dayika 5 zarokan e, da zanîn ku ew di 28 saliya xwe de ji bo piştgiriyê bide xebatên jinan di TJA’yê de xwe bi rêxistin kiriye û got ku piştre tev li xebatên partiyê bûye. Erdîç di hilbijartina 2014’an de bû hevşaredar û heta dagirkeriya qeyûman a şaredariyan xebatên xwe didomîne. Erdîç pêvajoya dagirkeriya qeyûm ya şaredariya Êlihê û kiryarên wî jî wiha got: “Nêzîkatiyek ku keda jinan tune dike heye. Bi qeyûman hemû saziyên jinan hatin girtin. Ji ber vê yekê li gelek qadan pirsgirêk dertên holê. Em hewl didin ku di qadên têkoşîna xwe de pisgirêkan çareser bikin. Li herêmê bandora desthilatdariyê bingeha olî û feodal dîsa zindî kir. Lê dê şaredariyên gel dîsa li gel vegerin.” ÊLIH

Albuma Nûçeyê