CÎHAN

Santralên bi guman ên Belçîkayê

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Santralên nukleerî yên li Belçîkayê ku demeke dirêj e ku li ser nîqaş tên kirin, tevî ku terk li gelek deverên wan ketine jî rapora ‘bi ewle’ ne hatiye dayin. Santralên nukleerî Tîhang 2 û Doel 3 ên li Belçîkayê, ji ber ku terk li rektorên wê ketine û derizîne, li welatê cîran Almanyayê rê li ber nerazîbûnan vedikir.

Sala 2012’an aşkera bûbû ku bi hezaran terk li santralên nukleerî ketine û dibe ku madeya radyoaktîf jê derkevin. Cîranê Belçîkayê welatê Almanya sala 2016’an bang li Belçîkayê kir ku reaktorên xwe bigire û li ser vê yekê lêkolîn dest pê kir. Di encama lêkolînê de rapora ‘bi ewle’ ne ji bo reaktoran hate dayin.

Rapor ji aliyê Komîsyona Ewlekariya Reaktorê ve hate amadekirin ku komîsyon bi navê hikûmeta Alman a Federal karê şêwirmendiyê dike. Di raporê de hate îdiakirin ku terkên hatine tesbîtkirin vê gavê xetere nîn in.

Li gorî serkêşê komîsyonê Rûdolf Wîeland, tevî zexta giran a li santralê jî, ji bo ku madeyên radyoaktîf ji ber neçin, bi têra xwe parastî ye. Lê balkêş e, tevî vê raporê jî hikûmeta Alman dev ji banga xwe ya ji bo girtina van reaktorên santralên nukleerî bernade. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê