JIN

Salane zêdetirî 100 jin rastî êrîşên cinsî tên

Dem : 26 Pûşper 2018 Sêşem

Li gorî bilançoya rêveberiya giştî ya têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan, salane li Herêma Kurdistanê zêdetirê 100 jin rastî êrîşên cinsî tên. Kurde Humer jî got; “Dibe hejmar zêdetir be. Belê jinên rastî êrîşan tên hemû nikarin xwe bigehînin navenda me ku serlêdana vekirina dozê bikin.”

Neteweyên Yekbûyî (NY) 19’ê Hezîranê weke Roja Cîhanî ya Bidawîkirina Tund û tûjiya Cinsî di dema pêşbaziyan de destnîşan kiriye. Îro saet 10:00’ê li salona Sead Ebdullah li bajarê Hewlêrê di konferansa bi navê ‘Em rûmeta jin û keçên rizgarbûyî, li gel mafê zarokên di dema tund û tûjiyên ji dayik bûne diparêzin’ destpê kir û konferans wê heya êvarê berdewam bike.

Di konferansê de nûnerê NY’ê, rêxistinên cîhanî, rêxistinên jinan û rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tûndûtûjî ya li ser jinan û çend wezaretên hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.

Têkildarî naverok û armanca konferansê endama Encûmena Bilind a Karûbarê Xanimanî Kurdistan Pexşan Zengene ji çapemeniyê re axivî û got; “Armanca konferansê ji bo xizmetkirina jinên bûne qurbanê dema pêşbaziyan de.”

Ev konferansa duyemîn a li ser vê mijarê ye li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin. Di guftûgoyên me de ew jinên di nav civakê de rastî êrîşa cinsî tên jî digire, ne yên tenê hatine revandin.

Bi giştî yek milyon û 400 hezar penaber û koçber li hundir û yên derveyî Iraqê hene. Divê ji bo ew zarokên di şert û mercên cuda de ji dayik bûne, mafên wan bên parastin.”

Piştre rêvebera navenda giştî ya Têkoşîna Dijî Tundûtûjiya li ser Jinan Kurde Humer jî axivî û got; “Li gor bilançoya navenda me, salane li Herêma Kurdistanê 100-110 jin rastî êrîşa cinsî tên. Dibe ev hejmar zêdetir jî be. Belê ev jin nikarin xwe bigihînin navenda me ku doz vekin.”Hêjayî gotinê ye ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jin li Şengal, Mûsil û cihên cûdatir rastî êrîşa cinsî hatin. Heya niha çarenûsa gelek ji van jinan jî nediyar e. HEWLÊR

Albuma Nûçeyê