POLÎTÎKA

Saîdî: Gelê Rojhilat divê li gorî geşedanan xwe amade bike

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Birîndar KELHOR / SILÊMANÎ - ROJNEWS

Endamê KNK’ê Seîd Saîdî da zanîn ku dorpêça li ser Îranê dê rê li ber krîzê kûrtir veke û divê gelê kurd li hemberî lîstikên li herêmê hişyar be. Saîdî got ku hêza kurdan a parastina bajarên Rojhilat heye û wiha got: “Divê gelê kurd li Rojhilat, li hemberî guherînên li herêmê xwe amade bike.”

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Seîd Saîdî ku ji rojhilatê Kurdistanê ye, der barê geşedanên dawî yên li herêmê de û dorpêça li ser Îranê nirxand. Saîdî diyar kir ku armanca DYA’yê ew e ku Îranê bêbandor bike. Saîdî da zanîn ku divê gelê kurd geşedanên li herêmê baş binirxîne û li gorî vê yekê jî xwe amade bike. 

Seîd Saîdî destnîşan kir ku Îran ev demekî dirêje ku hewl dide ku di hêla aborî de xwe bipêşbixe û wiha domand: “Ji bo ku dorpêç li ser dewlet, hikûmet û hêzên leşkerî neke, aboriya xwe pêş xistiye. Lê ev ambargo bandorê li gel dike. Bi van dorpêçan jî DYA dixwaze gelên Îranê rake ser pêyan û bigihije armanca xwe. Lê serkeftina vê hewldanê ne diyare.”

Bersiva DYA’yê

Saîdî daxuyand ku debara Îranê herî zêde li ser neftê ye û wiha got: “Dahata ji neftê jî ji bo Supay Pasdaran û dezgehên sîxûriyê xerç dike. Konsolosxaneya DYA’yê di 4’ê mijdara 1980’an de bi navê parastina sîstema Wîlayetî Feqîh, ji hêla alîgirên rejîmê ve hate dagirkirin. Di salvegera wê de jî DYA’yê dorpêça li ser Îranê ragihand. Ev bersivek bû. Ev dorpêç dê bandoreke mezin li ser gelên Îranê bike. Hikûmet, bi bikaranîna ayetan dixwaze nanê hişk bi gel bide qebûlkirin. Lê helwesta gel nayê texmînkirin.”

Nêrînên cuda yên aliyên siyasî

Di berdewamê de jî Saîdî bal kişand ser 12 şertên DYA’yê yên ji rejîma Îranê û wiha pê de çû: “Daxuyaniyên rayedarên hikûmetê jihev cuda ne. Ruhanî û kabîneya wî dixwazin bi DYA û Ewropayê re danûstandinan bikin û bibêjin ku rêkeftina atomê mîna xw maye. Lê Elî Xamaneyî vê red dike. Ango nakokî hene. Her tişt li gorî berjewendiyan e. Berjewendiyên Îsraîl û Erebistana Siûdî tên parastin. Ger Îran xwe ji herêmê vekêşe, dê ev bibe serkeftina DYA’yê. Nîqaşên xwe vekişandina ji Sûriye û Yemenê li Îranê tên kirin. Lê Rusya û Tirkiye vê naxwazin.”

Armanca berjewendiyên dewletan e

Seîd Saîdî bi lêv kir ku Erdogan dixwaze Erdogan Îran di êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê de bikarbîne û wiha dom kir: “Serkeftin û şikestina Îranê ya li Sûriyeyê, girêdayî parastin û ne parastina berjewendiyên Siudî û Îsraîlê yên li herêmê ye. Divê geşedanên li Sûriyeyê baş bên şopandin.  Lê ya herî girîng ev e; gelo kurd ji bo ku bibin aktoreke sereke çiqas amade ne? Divê kurd nebin beşek ji planên van hêzan. Ji ber ku di Efrîn û Kekûkê de me dît ku DYA’yê kurd bi tenê hişt. Ji bo vê jî divê kurd weke aktoreke bihêz bimînin û li ber xwe bidin.”

Şerê di navbera DYA û Îranê yê li Iraqê

Di berdewamê de jî Saîdî got ku rejîma heyî ya Îranê dixwaze sîstema heyî biparêze û ev nirxandin kir: “Ji bo parastina vê sîstemê jî xeteke berfireh a parastinê li welatên herêmê ava kiriye. Lê bi mezinbûna zextan re ev xeta parastinê teng dibe. Tenê li welatên cîran ên nêzî sînorê xwe, parastina sîstema Wîlayetî Feqîh bike. Iraq mînaka vê ye. DYA bi diyarkirina serokkomar û serokwezîrê Iraqê re hinek lîstikên siyasî lîst. Lê ji ber hêza Îranê, dê di navbera her du aliyan de pevçûnên dijwar hebin. Serkeftina kurdan a li Rojava, serkeftina kurdan a li herêmê ye. Ji ber vê jî ger xwe di mijara Rojava de paşve bikşîne, divê ji Rojhilat jî vekêşe. Îran dê ji bo vê şer bike yana na? Ev ne diyar e. Ji ber ku ew jî dizanin ku vebûnekî herî biçûk a siyasî, tê wateya tunebûna komara Îslamî.”

Lîstikên Îranê û helwesta kurdan

Têkildarî guherînên li rojhilatê Kurdistanê jî Saîdî wiha got: “Li gorî daneyan, Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlam bajarên herî xizan ên Îranê ne. Bêkarî pir zêde ye û her ku diçe jî zêdetir dibe. Bi dorpêçan re ev rewşd dê xerabtir bibe. Ev jî dê rê li ber çalakiyan veke. Îran ji bo kêmkirina zextan, li rê û rêbazan digere. Dibe ku kurdan li dijî axa xwe weke metirsiyekî nîşan bide. Bi bêdengkirina kurdan re jî dibe ku bixwaze gelên din jî bitirsîne û pêşî li çalakiyan bigire. Hêza kurdan heye ku bajarên xwe kontrol bikin. Lê divê neyên lîstikan. Ger gelên Îranê bibin xwedî helwesteke cidî, kurd amade ne ku piştgiriyê bidin. Wê bi hebûna gerîla û hêzên din jî bikarin vê qonaxê derbas bikin.” 

Peyamên ji bo Rojhilat

Herî dawî jî Seîd Saîdî bal kişand ser Civata Giştî ya KNK’ê û wiha axivî: “Di civatê de girîngiyeke mezin ji bo Rojhilat hebû . Sedema wê jî guherînên dawî yên li herêmê ne. Hemû hizbên siyasî, endamên KNK’ê û her wiha di di peyama KCK’ê ya rêzdar Cemîl Bayik de bal kişand ser Rojhilat û Îranê. Di hemû peyaman de jî dihat gotin ku Rojhilat xwe ji guhertinan re amade bike. Ev jî bi yekitiya hêzên siyasî û dîplomasiya naxweyî dibe. Bi vê re dikarin rewşa heyî bixin bin berjewendiyên xwe.”

Albuma Nûçeyê