NÛÇE

Şahidê wehşeta li Efrînê: Zarokê 5 salî qetil kirin

Dem : 27 Pûşper 2018 Çarşem

Dewleta tirk û çeteyên wê li pêş çavê hemû cîhanê li Efrînê qirkirin pêk anî û sûcê şer kir. Leşkerên ku bi darê zorê tev li vê êrîşa qirkirinê hatin kirin, bûn şahidên hovîtiyên mezin. Birayê leşkerekî da zanîn ku li Efrînê ji zarokên 5 salî heta yên kal û pîr gelek kes li ber çavên wî hatine qetilkirin

Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê yên weke El Qaîde, El Nusra, DAIŞ, Ehrar El Şam û OSO’yê di dema dagirkirina Efrînê de hovîtiyên mezin li dijî gelê herêmê pêk anîn. Her ku diçe jî ev hovîtî derdikeve holê. Li gorî agahiyên ji birayê leşkerekê ku di êrîşa Efrînê de cih girtî, ji zarokan heta kal û pîran bi dehan kes li ber çavên leşkeran bi hovane hatine qetilkirin.

Hêzên leşkerî yên dewleta tirk û terorîstên wê yên DAIŞ, El Nusra, OSO û hwd. di 20'ê çileya 2018'an de êrîşî kantona Efrînê kirin. Di encama êrîşê de zêdetirî 300 sivîl bi hovane qetilkirin û bi hezaran sivîl jî birîndar bûn. Di heman demê de mal û milkê gel hat talan û wêrankirin, bi sedhezaran efrînî hatin koçberkirin, bi dehhezaran malbatên komên çeteyan li Efrînê hatin bicihkirin. Her wiha bi sedan kesên li dijî êrîşê derketin hatin girtin û leşkerên ku li dijî êrîşê derketin û bi darê zorê birin Efrînê jî derûniya wan xerabûye.

Leşkerek îtîraf dike

Têkildarî mijarê malpera Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi îmzeya Yasîn Kobulan nûçeyek weşand û îtîrafên birayê leşkerekî ku di êrîşê de cih girtî, parve kirin. Birayê leşkerekî ku leşkeriya xwe li Îskenderûnê dikir ê bi navê Ş. (ji ber ewlehiyê navê xwe neda) agahiyên ku birayê wî der barê êrîşa li Efrînê de dane, parve kirin.

Gelek kes bi darê zorê birine

Ş. anî ziman ku wê roja ku birayê wan tezkere stendî hîn bûne ku ew birine Efrînê û wiha domand: “Paşê me zanîn ku bi darê zorê birine. Hemû leşkerên li qereqolê birine. Her wiha kesên nexwestine jî gef lê xwarîne û birine. Ew jî bê dilî çûne. Kesên neçûn jî weke 'terorîst' û 'xayînên welat' îlan kirine.”

‘Em ji bo dagirkirina Efrînê li vir in’

Di berdewamê de jî Ş. destnîşan kir ku piştî birayê wî ji leşkeriyê vegeriyayî, halûsînasyonan dibîne û wiha got: “Derûniya wî nebaş e.  Li wir gefa kuştinê li hemûyan xwarîne. Birayê min bi qasî du mehan li wir ma ye. Kes jî neçûye cem wan. Tenê çend fermandar li cem wan bûn. Fermandaran jê re gotine ku ‘em ji bo dagirkirinê li vir in’. Ji bo zeytûnê gotine 'ma ne şaxa kurda ye?' û wê ji kokê ve rakirine. Li wir wehşetek rû daye. Birayê min jî bûye şahidê vê yekê. Xespkirina malan, rûxandina malan, înfazkirina mirovan, tecawiz û gelek tiştên din pêk anîne. Bûne şahidên gelek tiştan. Rewşa birayê min qet baş nîne.”

‘OSO barbar bû û dijminê kurdan e’

Birayê leşkerê ku bûye şahidê wehşeta li Efrînê diyar kir ku gelek leşkerên din jî bi heman rêbaza ku birayê wî daxilî êrîşa Efrînê kirine û ev agahî parve kirin: “Birayê min digot OSO barbar bû. Bi feraseteke xenîmetê tev digeriya. Tekane armanca OSO'yê tunekirina kurdan bû. Fermandar li pişt me û leşkerên din jî dişandin eniyên pêş ên şer. Tiştên ku birayê min digotin nîşaneyên qirkirinê ne. Bûye şahidê ku ciwanekî 20 salî bera serê zarokekî 5 salî daye. Ma ev yek hêsan e? Wekî wî gelek ciwan li wir hene. Dê ew çi bikin?”

‘Ger şervanan leşker hedef bigirta yek ji me bi saxî xelas nedibû’

Ş. şahidiya wehşeta li Efrînê herî dawî bi van gotinan anî ziman: “Dema birayê min tezkere stend, ez çûm ku ew pêşwazî bikim. Dema ez çûm, xwe nas nedikir. Hemû leşker mehkûmî mirinê hatine kirin. Birayê min got 'ger hedefa wan leşker bûna kes ji me sax nedima. Min nedît ku berî leşkeran dane. Min nedît ku em hedef girtine. Ger em hedef bigirtana, em ê hemû biçûna. Birayê min got; ‘tekane armanca leşkerên tirk tunekirin bû.’"

Albuma Nûçeyê