NÛÇE

Şahidê veşarî kirin namzetê AKP’ê yê Wanê

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

 

Serokê giştî yê AKP’ê Erdogan îro navê hin namzetên şaredariyan parve kir. Erdogan ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî Necdet Takva destnîşan kir. Lê takva têkildarî Berxwedana 6-7-8’ê Cotmehê li ser Bekir Kaya îfade dabû û piştî ku teşhîr bû jî ev îfadeyên xwe guherandibû

Hilbijartinên rêveberiyên herêmî dê di 31’ê adara 2019’an de bên lidarxistin. Bi nêzbûna hilbijartinan re jî di nava hemû partiyan de serlêdanên ji bo bernamzetiyê dest pê kirin û hêdî hêdî jî bi encam dibin. Di vê çarçoveyê de serokê giştî yê AKP’ê R. Tayyîp Erdogan îro hin namzetên ji partiya xwe aşkera kir. Erdogan ji bo namzetiya Şaredariya Wanê jî navê Serokê Odeya Sanayî û Tîcaretê yê Wanê Necdet Takva da.

Serokê Odeya Sanayî û Tîcaretê yê Wanê Necdet Takva piştî berxwedana ji bo Kobanê ya di 6-8’ê Cotmehê de, der barê dozên ku li şaredariyên bajarên mezin ên Wan û Amedê de, li ser hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, îfadeyên derew dabûn. Takva diyar kiribû ku hevşaredarê bajarê mezin ê Wanê Bekîr Kaya nehiştiye ku agir werin tefandin.

Bi teşhîrbûnê re îfade guherand

Piştî ku Takva teşhîr bû, diyar kir ku wî nivîsa ku mufetîşan daye ber wî, bêyî ku bixwîne îmze kiriye. Takva berê gotibû ku şaredariya DBP’ê agir netefandiye lê piştre jî got ku ji ber bûyeran ew nikaribûye ji malê derkeve û ji ber wê jî ew nizane bê ka gelo mudaxeleyî bûyeran hatiye kirin an na.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya xwestibû ku der barê şahid Necdet Takva ji ber ‘şahidiya derew’ doz were vekirin. WAN

Albuma Nûçeyê