JIN

Şahida dîroka dagirkeriyê

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Dayika Eyşa ji ber zilma dewleta tirk neçar ma ku Efrînê biterikîne û niha li herêma Şehbayê bi cih bûye. Daxwaza wê ya dawî ew e ku vegere Efrînê û careke din Efrînê bibîne. Dayikê got ku bûye şahidê hovîtiya dewletên Osmanî, Îngîltere, Fransa û niha jî şahidiyê ji hovîtiya dewleta tirk re dike

Dayika Eyşa 105 salî ye ji Efrînê ye û ji ber zilma dewleta tirk û çeteyan koçî herêma Şehbayê kiriye. Dayik bûye şahidê gelek bûyeran û wiha dibêje: “Dîroka kurdan her tim bi êş û kul e. Lê dîsa jî serî natewînin. Ne li dijî îngilîzan û ne jî li dijî fransî û osmaniyan tu caran serî netewandine. Di serdema ingîlîz û fransiyan de dîsa sivîl dihatin qetilkirin û revandin. Niha jî dewleta tirk heman tiştî dike.”

Ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê bi sedhezaran efrînî koçberî herêmên cuda yên bakurê Sûriyeyê bûn. Yek ji van welatiyan jî dayika Eyşa Necar a 105 salî ye.

Dayika Eyşa ku bûye şahida gelek qirkirinên li ser gelê kurd, ji gundê Em Huşa yê Şehbayê ye. 12 zaroken wê hene û di temamiya temenê xwe de şahidî ji gelek hovîtî û qirkirinên li ser gelê kurd kirine. Dayika Eyşa got ku kurd her tim rastî qirkirinê hatine û axa wan hatiye dagirkirin.

Heta niha tu tişt neguherîye

Dayika Eyşayê şahidiya dagirkeriya îngiliz û fransiyan a li ser axa Kurdistanê jî kiriye. Demên dagirkeriya van hêzan jî wiha vedibêje: “Dîroka kurdan her tim bi êş û kul e. Lê dîsa jî serî natewînin. Ne li dijî îngilîzan û ne jî li dijî fransî û osmaniyan tu caran serî netewandine. Di serdema ingîlîz û fransiyan de dîsa sîvîl dihatin qetilkirin û revandin. Gelek zilm hate kirin. beriya wan jî osmaniyan gelê kurd qetil dikir. Niha jî dewleta tirk axa me dagir dike û bi hezaran sivîlan qetil dike.”

Jin her dem li ber xwe dane

Di berdewamê de jî dayika Eyşayê diyar kir ku di demên berê de di serî de jin dihatin hedefgirtin û wiha domand: “Niha jî hedef tên girtin. Ji dîrokê ve jin her tim bûne qurbaniyên polîtîkayên qirkirinê. Lê her tim jî li ber xwe dane û niha jî li ber xwe didin.”

Herî dawî jî dayika Eyşayê bal kişand ser Efrînê û ev tişt anî ziman: “Daxwaza min a herî dawî ew e ku vegerim Efrînê. Min di temenê xwe yê 105 salan de gelek tişt dîtin. Tiştê ku heta niha herî zêde bandor li ser min kiriye têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Daxwaza min a herî dawî jî ew e ku ez vegerim Efrînê.” ŞEHBA

Albuma Nûçeyê