CÎHAN

Sadr û Koalîsyona Fetîh li hev kirin

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Li Iraqê hewldanên ji bo avakirina hikûmetê berdewam in. Muqteda El Sadr ku di hilbijartina 12’ê gulanê de bi ser ket, bi Koalîsyona Fetîh re li hev kir.

Lîderê Koalîsyona Saîrûn Sadr li ser lihevkirinê daxuyaniyek da û got, “Ji bo karê avakirina hikûmetê, me bi Koalîsyona Fetîh a bi serokatiya Hadî Amîrî re li hev kir.”

Sadr bi bîr xist ku wan bi Lîsteya Hîkme ya Ammar el Hekîm û Koalîsyona Vataniye ya Alîkarê Serokkomar Iyad Allavî re tifaq kiriye û ev tifaq jî didome. Sadr got, tifaqa bi Koalîsyona Fetîh re hatiye kirin wê bandorê li tifaqên din neke.

Di hilbijartina 12’ê gulanê ya parlamenta Iraqê de, li meclisa ji 329 kursiyan Koalîsyona Saîrûn bû xwedî 54 wekîlan, Koalîsyona Fetîh jî 47. Koalîsyona Vataniye 21 wekîl, Koalîsyona Hîkmet a Neteweyî jî 20 wekîl bi dest xistin. BEXDA

Albuma Nûçeyê