CÎHAN

Ryanairê 400 seferên balafiran hatin betalkirin

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Şirketa rêwiyan a asîmanî Ryanair, bi greva herî mezin a dîrokî re rû bi rû maye. Li 5 welatan pîlot ketine grevê, nêzî 400 seferên balafiran hatin betalkirin. Li 5 welatên Ewropayê pîlotên şîrketa Ryanairê, biryara sekinandina kar da. Di van mehên havînê de ku herî zêde kar tê kirin de şirket neçar ma ku bi sedan seferên xwe betal bike.

Şirketa Ryanairê ku li 37 welatan li 86 balafirgehan dixebite, çileya borî beriya betlaneya salê jî bi fişarê pêşî li grevekê girtibû. Ji ber ku şirketê di mijara peymanên komî de xwe giran kiribû, bûbû sedem ku bertekên xebatkarên wê, nexasim yên pîlotan zêdetir bûn.

Nêzî 400 sefer hatin betalkirin, ji sedî 17 seferên ku li tevahiya Ewropayê pêk tîne ye. Bi giştî li tevahiya Ewropayê 2400 serferan pêk tîne. Herî dawî pîlotên Hollandayê li pîlotên çar welatên din ên ku grevê dane destpêkirin zêde bûn. Tê payîn ku dê grev berdewam bike. BERLÎN

Albuma Nûçeyê