CÎHAN

Rûsya jî li ser xeta Amerîkayê ye

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Rûsya biryar da ku şahiya roja xwe ya netewî li bajarê Qudsê li dar bixe. Diyar dibe ku ev biryara Rûsya li gorî biryara Serokê Amarîka ya derbarê Qudsê de pêk tê.

Rûsiya biryar da ku şahiya roja xwe ya netewî li bajarê Qudis li dar bixe. Ev biryara Rûsya çend hefte piştî veguhastina sefaretxaneya Amarîka ya Qudisê pêk hat.

Rojnameya Îsraîlî Jerûsalem Post derbarê mijarê de got ku sefaretxaneya Rûsya ya li Îsraîlê cara yekem biryar da ku şahiya xwe ya netewî li Qudsê li dar bixe, beriya niha niha jî li Til Ebîbê lidar dixist.

Rûsya roja 12’ê hizêranê her sal wekî roja netewî pîroz dike. Rûsya 12’ê hizêrana sala 1990’î ji Yekîtiya Sovyetê ya hilweşiyayî qut bû. Sefaretxaneya Rûsya dê şahiyê 14’ê hezêranê li Qudsê li dar bixe.

Rûsya di sala derbasbûyî de Qudsa Rojava wekî paytexta Îsraîlê qebûl kir, di heman demê de jî got ku divê Qudsa rojava jî bibe paytexta Filistînê. QUDS

Albuma Nûçeyê