CÎHAN

Rûsya dê S-300’an bide Sûriyeyê

Dem : 25 Îlon 2018 Sêşem

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir piştî ku balafireke wan ji ber Îsraîlê ketiye, dê pergala parastina hewayî ya S-300’an bide Sûriyeyê.

Der barê mijarê de Wezîrê Parastinê Sergey Şorgû axivî. Şoygû ev tişt anî ziman: “Heta du hefteyan dê pergala fuzeyên S-300 radestî hêzên çekdar ên Sûriyeyê were kirin. Ev pergal heta 250 kîlometreyan dikare li hedefa xwe bide.”

Balafira Rûsyayê 17’ê îlonê bi fuzeya rejîma Sûriyeyê ketibû xwarê û gelek leşkerên rûs miribûn. Hatibû diyarkirin ku ev balafir bi şaşîtî ketiye. Rûsya jî Îsraîl wek berpirsyarê ketina balafirê nîşan dide. Artêşa Rûsyayê piştî lêpirsîna xwe diyar kiribû ku balafira Rûsyayê nikaribûye di dema xwe de xwe vekişîne qadên ewle. MOSKOV

Albuma Nûçeyê