CÎHAN

Rûsya, Amerîka û Urdun ji bo Sûryeyê dicivin

Dem : 03 Pûşper 2018 Yekşem

Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya got, ji bo ku hêzên Îranê ji başûrê Sûriyeyê vekişin, hevdîtinek pêk hatiye. Di nav van rojan de gelek caran hevdîtina dewletan ji bona Sûriyeyê hatine pêkanin û biryar di derbarê axa Sûryeyê de hatiye girtin. Lê belê hertim civîn û biryar bê encam mane

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya got, ji bo ku hêzên Îranê ji başûrê Sûriyeyê vekişin, hevdîtinek pêk hatiye. Tê gotin ku Rûsya, Amerîka û Urdun dê ji bo Sûriyeyê lihev bicivin.

Vasiliy Nebenzya li ser pirsa “Ji bo ku hêzên Îranê ji başûrê rojava yê Sûriyeyê vekişin, di navbera Îran û Îsraîlê de hevdîtin pêk hatiye an na?” Ji bo rojnamegeran axivî û got, “Bi qasî ku min fêm kiriye ji bo vekişîna ji başûrê rojava yê Sûriyeyê hevdîtinek pêk hatiye. Derbarê bicîhanîna vê hevditinê de ez niha nikarim tiştekî bêjim lê bi qasî ku min fêm kiriye her du alî jî ji ber vê hevditinê kêfxweş in.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû, “Ji ber rûbirûbûna Îsraîl û Îranê ya li Sûriyeyê Rûsya, Amerîka û Urdunê ji bo herêmên kêmkirina aloziyan ên li başûr peymanek danî. Di dema hevdîtinan de agahiyên derbarê vê peymanê de ji Îsraîlê re hatin ragihandin. Li gorî peymanê divê îstiqrara li wan herêman were pêkanîn û hemû hêzên ne ji Sûriyeyê ji wan herêman werin derxistin.” MOSKOV

Albuma Nûçeyê