CÎHAN

Rûpoşa krîza DYA û Tirkiyeyê: Krîza Brûnson

Dem : 10 Tebax 2018 În

NAVENDA NÛÇEYAN

Krîza di navbera dewleta tirk û DYA’yê de her ku diçe giran dibe. Weke sedema krîza neberdana keşe Brûnson tê nîşandan. Lê di rastiyê de sedemên krîza aborî, sîyasî û leşkerî ne. Di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de DYA hemû hêzên statûkoparêz yek bi yek tesfiye dike

Di navbera dewleta tirk û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ev demek e krîzeke kûr rû dide. Krîza ku xwedî sedemên leşkerî û siyasî ye, weke hemleyeke polîtîk a bi navê ‘Krîza Keşe Brûnson’ hate destnîşankirin. Gelo ev krîz çawa derket, sedemên wê çi ne û ber bi ku ve diçe? Di demeke ku hevsengiya dizaynkirina Rojhilata Navîn û statûkoya herêmê diguhere de derketina krîzeke wiha gelo çawa tê nirxandin?

Weke ku tê zanîn serlêdana dewleta tirk a di 17 cotmeha 1951’an de ya ji bo Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) hatibû erêkirin û di 18’ê sibata 1952’yan de jî dewleta tirk bi awayekî fermî bûbû endamê NATO’yê. Bi vê yekê re dewleta tirk tev li tifaqa li dijî Rûsyayê bûbû. Ji wê rojê ve dewleta tirk li dijî bloka Rûsyayê weke qereqoleke NATO’yê hate bikaranîn. Ji ber girîngiya jeostratejîk û pozîsyona wê ya jeopolîtîk, Tirkiye weke herêmeke tampon hat bikaranîn.

Sedemên krîza heyî

Dewleta tirk a ku di çarçoveya lihevkirinên bi NATO û Yekitiya Ewropayê re li herêmê bû xwedî hezêke mezin, bi rêveberiya hikûmeta AKP’ê re kete nav liv û tevgerên cuda. Têkiliyên aborî yên dewleta tirk ên bi Îran,  Rûsya û Çînê re, daxwaza kirîna S-400’an, polîtîkaya wê ya dagirkeriyê ya li Rojhilata Navîn, dozên Rezza Zerrab û Banqeya Halkê û hewldana veqetîna hikûmeta AKP’ê ya ji cîhana fînansê hin sedemên krîzên niha ne.

Binçavkirina Brûnson

Wek ku tê zanîn di cotmeha 2016’an de keşeyê amerîkî Andrew Craig Brûnson û hevjîna wî dema ku diçûn îfade didan, hatibûn binçavkirin. Hevjîna wî Norine Brûnson 13 roj piştre hatibû berdan. Lê Brûnson bi îdiaya ‘endamtiya rêxistina FETO’yê’ hate girtin. Brûnson di tebaxa 2017’an de dema ku li Girtîgeha Tîpa F ya Îzmîrê bû, bi îdiayên ‘Bidestxistina agahiyên siyasî û leşkerîyên ku divê veşartî bimînin’, ‘Hewldan jiholêrakirina TBMM’ê’, ‘Hewldana tunekirina hikûmeta TC’ê’ û ‘Hewldana rakirina pergala Makeqanûnê’  careke din nehate berdan. Brûnson ev du sal e jî li Tirkiyeyê girtiye.

Sedema yekemîn: Kirîna S-400’an

Bêguman yek ji sedemên herî girîng a krîza di navbera DYA û dewleta tirk de, kirîna S-400’an e. Bi kirîna Pergala Parastina Hewayî (S-400) re dewleta tirk ji bo NATO’yê dibe gefeke mezin. Hewldana dewleta tirk a ji bo S-400’an ji hêla NATO’yê ve weke ‘îxanet’ hatibû binavkirin. Her wiha gelek caran rayedarên DYA’yê bertekên tund nîşan dabûn û gefa sepanan li Tirkiyeyê xwaribûn. Rayedaran got ku kirîna S-400’an binpêkirina peymana NATO’yê ye. Di vê çarçoveyê de Kongreya DYA’yê ji bo cemidandina biryara firotina F-35’an a ji Tirkiyeyê re, qanûn amade kir. Di heman demê de Wezarata Karên Derve ya DYA’yê bi aşkerayî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ger dewleta tirk S-400’an bistîne dê li dijî Tirkiyeyê sepanên wan bikevin meriyetê.

Bersiva yekemîn hate dayîn

Li dijî vê hewldana dewleta tirk, DYA û NATO jî bê bersiv neman. Kongreya Amerikayê di 24’ê tîrmehê de li beramberî 10 dengan, bi 85 dengan biryara ku firotina balafirên F-35’an ji dewleta tirk re qedexe dike, erê kir. Di pêşnûmeya Qanûna Peywirdarkirina Neteweyî (NDAA) de ev tişt dihatin diyarkirin: “Ger ku hikûmeta Donald Trump îspat bike ku dewleta tirk bi kirîna S-400’an re NATO’yê tehdît nake û dewleta tirk hemwelatiyên DYA’yê nagire, dikare balafirên F-35’an bifiroşe dewleta tirk.”

Sedema duyemîn: Polîtîkaya li Rojhilata Navîn

Yek ji sedemên girîng a krîza di navbera DYA û Tirkiyeyê de, polîtîkayên cuda yên li herêmê ne. Dewleta tirk a ku bi îdiaya ‘Serdestiya Rojhilata Navîn’ re bi ‘Bihara Ereban’ tev li şerê li Rojhilata Navîn bû, di demeke kin de ji rê derket. Dewleta tirk a ku di serî de bi DYA û NATO’yê re tevdigeriya, her ku çû li pey polîtîkayên cuda ket. Yek ji sedemên vê guherandina polîtîkaya wê jî weke aktorên nû, derketina hêzên kurd di siyaseta Rojhilata Navîn de bû. Hêzên kurd ên ku bi perspektîfên cuda derketin, ger gotin di cih de be polîtîkaya dewleta tirk serobino kir. Vê yekê hişt ku dewleta tirk nêzî Rûsyayê bibe û ji DYA’yê dûr bikeve.

Bi qelsbûna têkiliyên Tirkiye û NATO’yê re, Rûsyayê ji bo ku bi temamî dewleta tirk teslîm bigire, hemle li ser hemleyan kir. Rêdana dagirkirina Efrînê yek ji van hemleyan bû. Her wiha pêşketina têkiliyên dewleta tirk ên bi Îranê re yên li ser dijberiya gelê kurd, ji bo NATO û DYA’yê rê li ber gumanên mezin vekir. Vê yekê krîza heyî kûrtir kir.

Sedema sêyemîn: Hebûna dewleta tirk a li Sûriyeyê

Li pêşiya dewleta tirk tenê ev pirsgirêk jî nînin. Şerê Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçe û hevsengiya li Sûriyeyê kêm zêde zelal dibe. Têkildarî mijarê herî dawî li Helsînkiyê di navbera Trump û Pûtîn de hevdîtineke girîng çêbû. Di vê hevdîtinê de biryara derxistina hemû komên çete ji Idlibê û bakurê Sûriyeyê hat wergirtin. Her wiha yek ji biryarên hatin girtin jî derxistina dewleta tirk a ji bakurê Sûriyeyê bû. Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî vê hevdîtinê rejîma Sûriyeyê zêdetirî 3 hezar hêzên xwe yên taybet li ser sînorê Idlibê bi cih kirin. Her wiha gefa derxistina dewleta tirk ji Sûriyeyê kirin. Tê payîn ku hewldana mayîndekirina dagirkeriya xwe ya dewleta tirk a li Sûriyeyê, di mijara Sûriyeyê de polîtîkayên DYA û Tirkiyeyê li bin guhê hev dixe.

Sedema çaremîn: Ambargoya li ser Îranê

Amerîka ev demeke dirêje amadekariya detswerdana Îranê dike. Ji bo vê yekê di serî de ji Peymana Avhewayê ya Parîsê vekişiya û li dijî Îranê dest bi sepanên giran kirin. Sepanên wê di 6’ê tebaxê de ketin meriyetê. DYA dixwaze Îranê bi van sepanan bifetisîne û bi temamî teslîm bigire. Lê pirsgirêkeke li pêşiya wan a girîng jî têkiliya Tirkiyeyê ya bi Îranê re ye. Dewleta Îranê ku heta niha bi saya dewleta tirk xwe ji bandora van sepanan parast, niha li beramberî gefên girîng e. Ji ber ku tevî hemû daxwazên dewleta tirk ên ji bo ‘min ji derveyî van sepanan bihêle’,  DYA bi awayekî vekirî dibêje ku 'yên van sepanan binpê dikin dê rastî heman sepanan bên’. Ev yek ji bo aboriya Tirkiyeyê gefeke mezin e û dibe sedema kûrbûna aloziya heyî.

Sedema pêncemîn: Dozên Zerrab û Banqeya Halkê

Dewleta Îranê ji bo xweparastina ji bandora sepanên Amerîkayê, serî li rê û rêbazên pir qirêj da û dide. Yek ji van rêbazan jî bikaranîna kesên weke Rizza Zerrab û Babek Zencanî bû. Li gorî vê rêbazê dewleta tirk bi rêya Banqeya Halkê zêr difirotin Zerrab û Zencanî. Bi rêya van kesayetan deynê xwe yê gaza xwezayî dida. Bi vê rêbzê, hem dowîz û hem jî bênavber zêr diherikîn aboriya Îranê. Ji ber van sedeman tu bandoreke giran a sepanan li ser aboriya Îranê çênedibû. Lê bi girtina Zerrab û Alîkarê Midûrê Giştî yê Banqeya Halkê Hakan Atîlla, dewleta tirk bi cezayên pir mezin rû bi rû maye. Dewleta tirk ditirse ji ber cezayên ku ji DYA’yê tên, pergala banqeyan a Tirkiyeyê têk biçe. Ji ber vê yekê hewl da ku bi polîtîkaya ‘dîlgirtina Brûnson’ pêşî li vê bigire. Lê xuyaye ku Amerîkayê guh neda vê şantajê.

Meseleya Brûnson dewleta tirk şerpezetir kir

Di demeke ku krîza di navbera dewleta tirk û DYA’yê de ji ber van sedeman kûr dibû de, mijara Andrew Brûnson di carekê de bûye yek ji mijara herî girîng a her du welatan. Ji bo berdana Brûnson,  hikûmeta DYA’yê di asta herî jor de banga berdana Brûnson kir. Lê dewleta tirk a ku bi polîtîkaya ‘şantajê’ devê wê şerîn bûbû, xwest ku bi dîlgirtina Brûnson re polîtîkayên xwe bi DYA’yê bide erêkirin. Lê berevajî helwesta Almanyayê ya di mijara rojnameger Denîz Yucel de, DYA’yê bertekên tund nîşan dan. Cara yekemîn bi awayekî fermî li ber kamereyan berdevkê Donald Trump, Mike Pence hikûmeta dewleta tirk bi sepanan tehdît kir. Demek piştre jî Trump heman tişt anîn ziman.

Polîtîkaya şantajê têk çû

Lê dewleta tirk li şûna ku li rê û rêbazên lihevkirinê bigere, Brûnson derxist hepsa malê. Tevî vê dewleta tirk ji sepanên DYA’yê xelas nebû. Bi yek carê DYA’ yê li dijî dewleta tirk sepanên xwe xistin meriyetê. Balkêş e ku di sepanên destpêkê de wezaretên karên hundir û dadê hedef hatin girtin. Di vê çarçoveyê de jî hikûmeta DYA’yê malên Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû û Serokê Wezareta Dadê Abdulhamît Gûl yên di banqeyên DYA’yê de cemidandin. Yek ji xala girîng a daxuyaniyê jî ew bû ku Soylû û Gul weke ‘lîderên bêhiqûqiyên ku pêk tên’ dihatin pênasekirin.

Bi sepanan re dolar bilind bû

Bi ketina meriyetê ya van sepanan re êdî pêşî li bilindbûna dolar nehat girtin. Di nav çend rojan de dolar ji 4.50’an bilind bû 6.25 TL’an. Vê yekê jî ger gotin di cih de be aboriya Tirkiyeyê serobino kir û dewleta tirk ber bi krîzeke mezin ve bir. Çapemeniya alîgir a AKP’ê her çiqas hewl bide ku krîza aborî bi sedemên cuda pênase bike jî daneyên li holê, wan diderewînin.

Sedema şeşemîn: Hilbijartinên li Amerîkayê

Yek ji sedemên kûrkirina Krîza Brûnson jî bê guman hilbijartinên li Amerîkayê ne. Donald Trump ji bo ku dengê xirîstiyanên Evanjeyî, Brûnson weke amûrekê bikartîne. Weke ku tê zanîn Evenjeyî li DYA’yê xwedî girseyeke mezin in û di polîtîkaya Amerîkayê de jî bi bandor in. Brûnson hem endamekî payebilind ê di vê komê de ye û hem jî piştî girtina wî, popûlerîteya wî pir mezin bû. Trump dixwaze Brûnson di polîtîkaya hundirîn de weke amûrekê bikar bîne. Bi rizgarkirina wî re jî dixwaze dengên xirîstiyanên Evanjeyî bigire. Bi kurt û kurmancî her çiqas ‘Krîza Brûnson’ weke sedema krîza mezin bê nîşandan jî, rastiya li holê nîşan dide ku tenê perçeyeke biçûk ê wêneyê krîzê ye.

Albuma Nûçeyê