ÇAND Û HUNER

Rûpelek ji dîroka çapemeniya kurdî; Rojî Kurd

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Ramazan OLÇEN – AMED

Rewşenbîrên kurd 105 sal li dijî pergala Osmaniyan nerazî bûn, li hemberî vê yekê bêhelwest neman, zend û bendên xwe badan û Komeleya Hêvî’yê damezirandin. Rewşenbîran ji bo serwextbûna gel wê demê kovara Rojî Kurd derxist

Beriya 106 salan rewşenbîrên kurd ji ber ku ji pergala heyî nerazî bûn, li hemberî vê yekê bêhelwest neman, zend û bendên xwe badan û li paytexta Al–î Osman li Stenbolê Komeleya Hêvî’yê damezirandin.

Xwendekar û rewşenbîrên ku di vê komeleyê de ji bo gelê kurd li hemberî geşedanan agahdar bikin hewcehî bi derxistina bultenekê dîtin. Rojî Kurd navê wê bultenê bû û di bultenê de ji alfabeya kurdî bigire, heta rewşa jinê ya di civakê de, geşedanên siyasî û çandina fikra azadiyê di serê civaka kurd de cih digirtin. Bultena Rojî Kurd 105 sal li dû xwe hiştine, em ê ji aliyê xwe ve analîzeke li ser wê û kadroyên wê bikin. Rojî Kurd yekem car di 6’ê hezîrana 1913’an de li paytexta Al-î Osman ango li Stenbolê ji aliyê xwendekarên kurd de tê derxistin û belavkirin. Kovar bi awayekî mehane periyodîk di bin sîwana Komaleya Xwendekarên Kurd Hêvî’yê de dest bi weşanê dike. Beriya ku mirov behsa weşan an jî dîroka kovara Rojî Kurd bike divê ku mirov ew şert û mercên beriya ku ev kovar hatiye derxistin jî li ber çavan raxe.  

Pêvajoya sedsala 20’emîn

Salên 1900’î hin welatên ewropî ango Almanya û Îtalya pêvajoya xwe ya netewebûnê pêk anîbûn û ji bo berjewendiyên welatê xwe li cihanê ketibûn nav lêgerîna koloniyan. Da ku bikaribin bi saya wan koloniyan welatê xwe ji nû ve ava û saz bikin. Mirov dikare bibêje ku împaratoriya Al-î Osman ji ber ku di şerên kolonyalî de têk çûbû, ji hêz û qeweta xwe ketibû ango welatên bihêz jê re digotin ‘zilamê nexweş’ welatên mezin ên Wekî Îngilistan, Fransa, Îtalya û Rûsya çav lê bûn ku wî di nav xwe de parve bikin.

 Van welatan yek bi yek azadî û xweseriya xwe îlan dikirin. Li Balkanan di serî de li Makedonyayê hêzên paramîlîter ku ji qatil û dizan hatibûn birêxistinkirin li dijî gelê balkanan şerekî qirêj dimeşandin. Ev hêza paramîlîter ku jê re Teşkîlat-i Mahsûsa digotin, ji tetîkêşên Îttîhat û Terrakiyê hatibû avakirin. Di vê atmosferê de li ser van geşedanan dewleta Al-î Osman bi hin qanûn, ferman an jî tanzîman dixwest ku pêşiyê li parçebûnê bigre. Li ser vê yekê li pey hev Fermana Tanzîmatê û Meşrûtiyeta 1’emîn îlan kiribû. Di îlana van herduyan de jî şopên Îttîhat û Terakkiyê hebûn. 

Ji bo tesîskirina hestên kurdewar

Wekî ku me got di vê atmosferê de kêmarên Al-î Osman xwe bi awayekî dikaribûn îfade bikirana ango hêj di nav dewletê de bi awayekî beloq kirpandin li ser tirkîtiyê nîn bû. Dewletê yên nemisliman wekî kêmar dihesibandin, yên misliman ji wekî ‘yek millet’ didît, ango bi çavê yek ummetê lê dinêrî. Rewşa berya şerê yekem ê cîhanê ev bû, kovara Rojî Kurd jî ji aliyê xwendekarên kurd ve di nav vê rewşê de dihat derxistin. Ev xwendekarên ku li Stanbolê xwendina xwe ya bilind dikirin di 1912’an de bi navê Komaleya Xwendekarên Kurd Hêvî, komaleya xwe ava kirin. Xwendekaran armanca komaleyê bi van hevokan diyar dikirin; ‘Armanca Hêvî’yê ew e ku di nav gelê kurd de hestên kurdewar tesîs bike û bike ku kurd hay ji xwe û çanda xwe hebin, da ku ew jî wekî gelên din bikaribin li hebûna xwe xwedî derkevin.’ Di nav komaleya Hêviyê de kesên wekî; Kadrî Cemîlpaşa, Omer Cemîlpaşa, Kemal Fewzî, Ziya Wehbî, Babanzade Azîz, Mihemmed Mîhrî, Dr. Mustafa Şewkî, Fûad Temo, Abdurrahîm Rahmî, Dr Fûad, Îhsan Nûrî, Nûrî Dêrsimî, Memdûh Selîm û hwd cih digirtin. Her wiha wan xwendekaran ji bo armanca komaleya xwe ango propogandayê, pêwîstî bi weşanekê didîtin. Li ser vê yekê di 6’ê Hezîrana 1913’an ango salek li pêy damezrandina komaleyê, kovara Rojî Kurd derxistin. 

Armanca kovarê

 Xwendekar armanca kovarê jî bi van hevokan diyar dikirin; ‘Bêguman di vê pêvajoya ku em tê de ne lazim e em jê re bibin bersiv. Da ku em karibin bi awayekî rêk û pêk vê atmosferê li gor berjewendiya gelê xwe binirxînin û li gorî polîtîka û programan li gor zanist û civakê biafirînin. Xêncî van tu meqsed û miradê me nîn e.’ Li gorî Zinar Silopî ango Kadrî Cemîlpaşa jî armanca derxistina Rojî Kurd ew bû ku çanda kurdî derxe pêşberî çavan, da ku bê bilindkirin û zimanê kurdî di nav kurdan de bîne asta xwendin û nivîsandinê. Kovara Rojî Kurd bi du zimanan ango bi tirkî û kurdî derdiket. 

Di kovarê de hem nivîsên polîtîk ên li ser nirxandina dewleta Al-î Osman û cîhanê hem nivîsên folklorîk ango çîrok hem jî li ser girîngiya ziman û girîngiya girêdana bi gel re cih digirtin. Wekî minak di hejmara duyem a kovarê de, di nivîsa ‘ HIŞYAR BIN’ de xetereya şerê cihanê li ber çavan tê raxistin û ji gelê kurd tê xwestin ku li gor berjewendiyên xwe divê tevbigerin û wek netewe li heq û mafên xwe xwedî derkevin. Dîsa di heman hejmarê de nivîsa; ‘ZIMAN Û NEZANIYA KURDAN’ de li ser girîngiya ziman tê rawestîn û tê gotin ku li medreseyan mela û alimên kurdan dersên xwe û îstîşareyên xwe bi kurdî dikin lê belê dema ku lazim e ev gotin li kaxizan bê barkirin an bi erebî yan bi farisî yan jî bi tirkî dinivîsin lê bes bi kurdî nanivîsin li ser vê rexne tê kirin.   Yekitiya neteweyî ya kurdan Di van nivîsan de jî ekserî kirpandin li ser neteweya kurd e. Lê mixabin kovara hêja Rojî Kurd ji ber pêkutiyên Îttîhat û Terrakiyê encax 4 hejmar dertê. Nivîskar, xwendekar û siyasetmedarên wekî, Dr. Abdullah Cewdet, Babanzade Abdulazîz, Babanzade Îsmaîl Haqî, Ehmed Muhsîn, Doganê Bulgar, Fikrî Necdet, Salih Bedirxan, Ekrem Cemîlpaşa, Y.C.’ê Erxeniyî, Fûad Temo, Gendo, Hecî Qadirê Koyî, Mîdhat Bedirxan, Nalî, Şêx Riza Talebanî û hwd. ew kes in ku nivîsên wan di kovarê de derçûne. Der barê girtina kovara Rojî Kurd de Tewfîq Hamîd dibêje ku ew bi darbeyeke diktatoriyê hatiye girtin ku şopa Îttîhat û Terrakiyê têde heye.  

Tu carî bê hêvî nebûne

Kesên ku di bin sîwana Komaleya Hêviyê de bûn ku di dema xwendekariya xwe de serê xwe bi geşedanên li cihanê diêşandin û li hember van geşedanan polîtîkayan diafirandin. Belê ew kesên ku di komeleyê de cih girtibûn piştî şerê cihanê yê yekem rûda di nav artêşa Al-î Osman de cih girtin li gorî wan xelasikirina dewletê xelasbûna neteweyên li ser van xakan bû. Lê belê piştî şer bidawî bû û Dewleta Al-î Osman têk çû veca bi Mustafa Kemal re heman tifaq hate kirin da ku welat bê rizgarkirin. Lê pişti rizgarbûna welat peyman û sozên hatibûn dayîn hatin jibîrvekirin. Wê demê ew kesên ku di Komaleya Xwendekarên Kurd Hêvî-yê de hev nas kiribûn; Di bin sîwana Rêxistina Azadiyê de gihîştin hev; Dr. Fûad, Kemal Fewzî, Cemîlpaşa, Memdûh Selîm, Ziya Wehbî, Xalidê Cibrî, Yusîf Ziya… hwd. bi armanca rizgarkirina kurdan ketin nav livbaziyek ta ku di bin serokatiya Şêx Seîdê Kal de serî hildan lê mixabin di 1925’an de têk çûn. Dûre hin hevalên van ên ji Komaleya Hêviyê dîsa gihîştin hev û di bin bana Xoybûnê de gihîştin hev û li Agiriyê di bin fermandariya Îhsan Nûrî de ku ew jî yek ji wan endamên Hêviyê bû Ala Kurd li ser Çiyayê Agirî li ba kirin. Belê endamên HÊVÎ-yê birastî jî navek gelek di cih de bijartine bo komaleya xwe ji bo ‘Organê Kurdolojiya’yê Rojî Kurd ji ber ku xuya ye ku tu car bê hêvî nebûne. 

Çavkanî:   

1- Bîranînên Ekrem Cemîl Paşa,  Weşanên Doz  

2- Nushayên Rojî Kurd, Weşenên Estîtuya Kurdî ya Stenbolê   

3- Belgeyên Xoybûnê, Weşanên Avesta

4- Osmanli Împaratorlugu Tarîhî, Robert Mantran, 

5- Bîranînên Îhsan Nûrî Paşa, Weşanên Pêrî

6- Dîroka Kurdistanê, Zekî Bozarslan,  Weşanên Doz 

7- Teşkîlatin Îkî Silahşoru, Soner Yalçin, Dogan Kitap

8- Kurt Talebe Hêvî Cemiyetî, Malmisanij, Weşanên Avesta 

Albuma Nûçeyê