NÛÇE

Ruhê DAIŞ'ê li Efrînê li ser kar e!

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê, piştî ku kantona Efrînê dagirkirin, her tiştê ku çand, ziman, dîrok û nasnameya gelê kurd û baweriyên herêmê temsîl dikin, kirin hedefa xwe.  Di vê çarçoveyê de jî bi dehan berhemên dîrokî dizîn û yên nekarin bidizin jî ya wêrankirin an jî kirin navendên baregehên xwe yên dîrokî.

Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên artêşa tirk û çeteyên wê yên El Qaîde, DAIŞ, El Nusra û Ehrar El Şamê yên li Efrînê di roja sêşemê de Navenda Yekitiya Êzidiyan a li Efrînê bi bombeyan teqandin. Li navenda êzidiyan gelek pirtûkên li ser êzidayetiyê hebûn. Di heman demê de jî peykerê Zerdeşt ku tekane peyekerê Zerdeşt ê li Rojhilata Navîn bû, li navendê dihat parastin.

Rêbazên DAIŞ’ê bikartînin

Hêzên artêşa tirk û çeteyên wê piştî ku kantona Efrînê dagir kirin, bi dehan sivîl qetil kirin. Zêdetirî 119 jinên efrînî revandin, li bi sedan efrînî îşkence kirin û qetil kirin, mal û milkê gel talan û wêran kirin  û demografyaya herêmê guherandin. Hêzên artêşa tirk û çeteyên wê ku di serî de ketin Efrînê, weke rêbaza çeteyên DAIŞ’ê yên li Muzeya Mûsilê û li Palmîrayê, êrîşî berhemên dîrokî kirin. Di serî de jî navendên olî, şûnwarên dîrokî û mizgeft rûxandin.

Bi sedhezaran kes li benda vegerê ne

Tevî vê qirkirina etnîkî û guherandina demografyaya herêmê jî heta niha tu hêzên navneteweyî dengê xwe dernexistine. Hêjayî gotinê ye ku zêdetirî 200 hezar efrîniyên ku ji ber êrîşên tunekirinê yên dewleta tirk û çeteyên wê koçberî kantona Şehbayê bûne, niha li benda vegerê ne. Lê ji ber îşkence û kiryarên kuştinê yên ku dikevin ber sûcê şer ên dewleta tirk û çeteyên wê, nikarin vegerin ser axa xwe. EFRÎN

Albuma Nûçeyê