POLÎTÎKA

Rojnameya nû li ser xêrê be - Ahmet Aktaş nivîsand

Dem : 01 Pûşper 2018 În

 Ahmet Aktaş

Di têkoşînê de rola rojnamegeriyê çendîn girîng e. Kesekî ku vê nizanibe nîn e. Ji xwe ji ber ku desthilat jî vê rolê baş dizanin, lewma heta ji wan were ew ê rê nedin xebata çapemeniyê û bi taybetî jî destûrê nedin rojnamegeriyê.

Hema di xebat û lebata me ya vê serdemê de çend rojname hatin girtin, çend ajans û pirtûk hatin qedexekirin, ewqasî gelek in ku êdî me navên wan ji bîr kiriye! Hilbet cihê Azadiya Welat taybet bû.

                  * * *

Êrîşkariyek qirkirinê ya mezin û taybet a navdewletî li ser çand hunera rojhilat heye. Em şahidên neyariya dewleta tirkan a dîrokî û ya rojane ne jî, ya li ser çand û hunera gelê kurd û gelên Kurdistanê hemûyan in.

Belê di vê dema dawî de, paralelî dewleta Receb Erdogan, em bûn û dibin şahidê êrîşkariya navdewletî bi navê DAIŞ’ê û bi hinek navên din ên li ser çand û hunera Rojhilata Navîn.

Weke mînak; êrîşa ser Palmîra/Tedmûr, Heleb, Mûsil (li gorî tê gotin li vêderê muzeyek mezin a di asta cîhanî de hebû, hemû ji aliyê DAIŞ’ê ve hat şêlandin û yên ku nebirin wêran kirin), li Efrînê şikandina peykerê Kawa (Receb û wan bi hev re) û hwd.

Karê van çeteyan, helwesta Îskenderê Zilqurneyn tîne bîra mîrovan. Li gorî hatiye nivîsandin, Îskender, hemû eserên dîrokî yên girîng û bi taybetî jî yên Kurdistanê-der dorên Êzîdxanê, dane hev û şandiye ji mamosteyê xwe Arîsto re. Gumana heye ku pirtûka dînê êzîdîtiyê Mishefa Reş jî, ji Arîsto re şandiye. Ji ber ku heta niha jî, hîn ev kitêba pîroz wenda ye û li gel ewqas hewldanên berfireh jî nayê dîtin û nayê zanîn ku li kuderê ye.

Ji xwe kirinên xerab ên dewleta tirkan a li ser çand û hunera gelê me, gotin û nivîsandin têrê wê nakin. Hema kirinên wan ên van salên dewî armancên wan ên qirkirina çandî aşkera radixe ber çavan.

Weke mînak; Zegma xistin bin avê, ji bo heman aqûbetê bînin serê Heskîfê jî, hema hema amadekariyên xwe temam kirine. Eger ji berteka tund a gel netirsiyan, ew ê êrîşî ser qebra Mem û Zîn, Ehmedê Xanî û hwd jî bikirana. Ji xwe hinek camî û minare jî xera kirin û xistin stûyê şoreşgeran.

                  * * *

Weke diyar dibe, di navbêna zihniyeta DAIŞ û Receb Erdogan de ferq û cudayî nîn e. Gelek nîşan hene ku di pratîkê de jî bi hev re dixebitin.

Receb Erdogan, ji bo temenê deshilatiya xwe direj bike, ew ê hemû xizmetê ji projeyên dewletên Rojava û DYA’yê re bike. Armanca van dexwletan a sereke jî ev e; çand û hunerên Rojhilat biçûk bixin û dîroka wê reş bikin, li dijî vêya çand û hunerên Rojava giranbuha bidin nîşandan.

Di nav çand û hunerê de, rola ziman û çapemeniyê bingehîn e. Ji vî alî ve jî, çendîn em bişaftine, yan jî ziman û çanda me ji me dizîne û ji xwe re kirine mal, tê zanîn. Wê gavê ji me jî tê xwestin ku, em li çand û huner û bi taybetî jî li zimanê xwe xwedî derkevin, her wiha çapemeniya xwe jî xurtir û geştir bikin.

Em, li rojnameya xwe ya nû e -rojname, bi rik û hişmendî xwedî derkevin û bi hêz bikin!

e-rojname, li me pîroz be!

Albuma Nûçeyê