NÛÇE

Rojnameger Şerîfe Oruç hate berdan

Dem : 09 Tîrmeh 2018 Duşem

Nûçegihana DÎHA’yê ya ku bi KHK’ê hatibû girtin Şerîfe Oruç ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ dihat darizandin, di 6’emîn danişîna dozê de hate berdan

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Şerîfe Oruç ji 5’ê tîrmeha 2016’an ve girtî bû. Oruç bi îdiaya ‘Endama rêxistinê’ dihat darizandin. Danişîna 6’emîn a doza Oruç li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hate dîtin.

Rojnameger Oruç bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) tev li danişînê bû û parêzerên wê jî amade bûn.  Dozger berdana Oruç xwest. Parêzeran diyar kir ku muwekîla wan Oruç tu sûcek nekiriye û berdana wê daxwaz kir.

Piştî demek kurt a danişînê heyeta dadgehê dema girtina Oruç li ber çavan girt û bi şertê kontrola edlî biryara berdana wê da. Heyeta dadgehê dozê taloqî 27’ê mijdarê kir. ÊLIH

Albuma Nûçeyê