NÛÇE

Rojnameger Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed hatin bibîranîn

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Rojnameger Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de bi merasîman hatin bîranîn. Di merasîman de hat destnîşankirin ku rojnamegeran ji bo ragihandina rastiya civaka xwe, canê xwe feda kirine. Di merasîman de rojnamegeran soza şopandina rêya şehîdan da

Di 12’ê cotmeha 2017’an de dema ku nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dilîşan Îbîş  Hogir Mihemed û Rizgar Denîz Pêngava Bagera Cizîrê di şopand, çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî sivîlê ku ji hêla şervanên HSD’ê ve hatin rizgarkirin, kir. Di encama êrîşê de rojnameger Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed jî di nav de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest da. Rojnameger Denîz jî bi giranî birîndar bû û demek piştre li Şamê şehîd bû.

Di  yekemîn salvegera şehadeta rojnamegeran de rojnameger Dilîşan Îbîş li Kobanê û Hogir Mihemed jî li Qamişloyê bi tevlêbûna gelek hempîşeyên û xizmên wan û welatiyan ve hatin bibîranîn. Di vê çarçoveyê de bi dehan rojnamevanan û malbata şehîd Dilîşan Îbîş, di yekemîn salvegera şehadeta wê de li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê bi bîr anî.

‘Ji bo civakeke azad canê xwe feda kirin’

Di merasîma bîranînê de dayika Îbîş, Şemse Mihemed Elî bixêrhatina mêvanan kir û diyar kir ku Dilîşan di dilê wê de dijî û hemû rojnameger zarokên wê ne. Di merasîma bîranînê de li ser navê ANHA’yê Jiyan Osman daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Şehadet ji berê de weke fedekariya herî giranbiha li ba mirovan e. Ji bo azadiyê û pêkanîna armanceke biha tê şîrove kirin. Nemaze ji bo avakirina civakeke nû ku tê de her kes azad û wekhev bijîn. Ji ber ku civaka xwedî hişmendî û birêxistinkirî baş nas dike ku jiyan bêyî azadî, wekhevî û edaletê bêwate ye, ji ber vê yekê şehîdan bi nirx dibîne ku ji bo civaka wan azad bijî canê xwe feda kirine.”

Ji bo ragihandina rastiyê canê xwe feda kirin

Daxuyanî wiha dom kir: “Di şoreşa Rojava de, gelê kurd li ser rêya azadiyê bi hezaran şehîd dan. Her wiha li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên ku xwestin koletî û zordariyê li ser gelên herêmê bimeşînin, têkoşiyan. Di vê çarçoveyê de rojnamevan û kedkarên çapemeniya azad rastiya vê berxwedanê ji hemû gelên cîhanê re ragihandin û li ser rêya vê berxwedana pîroz canê xwe fedayî rastiyê kirin. Dema ku nûçegihanên me Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz pêngava rizgarkirina Reqqayê dişopand, di 12'ê cotmeha 2017'an de çeteyên DAIŞ’ê saet di 18:30'an de bi maşîneyeke bombebarkirî li ser rêya Xirafî ya di navbera Hesekê û Dêrazorê de êrîşî sivîlan kir. Di encama êrîşê de bi sedan welatiyên sivîl û nûçegihana ajansa me Dilîşan Îbîş li cihê êrîşê, Hogir Mihemed 3 roj piştî teqînê û Rizgar Denîz jî di 18’ê kanûnê de şehîd bû.”

ANHA: Em ê mîrasa çapemeniya azad biparêzin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em weke kedkarên ANHA’yê di salvegera yekemîn a şehadeta hevrêyên xwe Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed de, hevrêyê xwe şehîd Rizgar Denîz û hemû şehîdên çapemeniya azad û şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr tînin. Em ê bi baweriyeke mezin rêya ku şehîdên me bi xwîna xwe ya zelal av dane bidomînin. Em hê jî geşedanên pêngava Bagera Cizîrê ku ber bi tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê ve diçe dişopînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê weke çavê rastiyê bimînin û mîrasa çapemeniya azad biparêzin. Şehîd namirin.”

Mihemed hat bibîranîn

Bi tevlêbûna endamên malbatê û gelek rojnamegeran, ji bo rojnameger Hogir Mihemed jî merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de hevserokên Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Sîpan Can û Evîn Mîrza jî amade bûn. Di merasîmê de ji rêveberên ANHA’yê Dilşad Cûdî axivî û têkoşîna her sê rojnamegerên şehîd Hogir Mihemed, Dilîşan Îbîş û Rizgar Denîz vegot.

Soza şopandina rêya şehîdan dan

Cûdî destnîşan kir ku şehîd Dilîşan nûnertiya jina azad di çapemeniya kurdî de dike û wiha domand: “Şehîd Hogir Mihemed jî nûnertiya mirovê berxwedêr û azad li ser rêya rastiya gel dike. Her du jî li ser vê rêyê gihîştin asta şehadetê. Em soz didin ku dê heta dawiyê rêya şehîdan bişopînin.” Azad Sîpan jî li ser navê YRA’yê sersaxî ji malbatên rojnamegerên şehîd re xwest.

Sersaxî ji gelê kurd re xwest

Di merasîmê de bavê şehîd Hogir Mihemed, Feysel Mihemed axivî û wiha got: “Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Para şehadetê nabe para her kesî û ji bo azadiyê divê em canê xwe feda bikin.”  Di dawiyê de jî Feysel Mihemed sersaxî ji gelê kurd û hemû rojnamevanan re xwest. KOBANÊ- QAMIŞLO/ANHA

Albuma Nûçeyê