NÛÇE

Rojnameger Demîr sewqî Edliyeya Amedê kirin

Dem : 10 Tebax 2018 În

Rojnamevan Rûken Demîr ku 7’ê tebaxê hate binçavkirin, piştî binçavkirina 3 rojan sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Hat zanîn ku dê Demîr bi rêbaza SEGBÎS’ê îfadeyê bide dozgeriya Îzmîrê

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr di 7’ê tebaxê de di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Nûçegihan Demîr piştî binçavkirina sê rojan a li Midûriyeta Polîsan a Amedê, sewqî Dadgeha Amedê hate kirin.

Rûken Demîr a ku di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hatiye destpêkirin, di 7'ê tebaxê de hate binçavkirin. Demîr 3 roj bûn li Midûriyeta Polîsan a Amedê dihat girtin. Hat zanîn ku duh êvarê îfadeya Demîr li Şaxa TEM’ê ya Polîsan a Amedê hate girtin. Demîr a ku îfadeya wê hat girtin îro jî sewqî Edliyeya Amedê hat kirin.

Li gorî agahiyan, Dozgeriya Îzmîrê dê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfadeya rojnameger Rûken Demîr bigire. AMED

Albuma Nûçeyê