NÛÇE

Rojnameger Coşkun beraat kirin

Dem : 01 Pûşper 2018 În

Rojnameger Îbrahîm Coşkun ku ji ber rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî belav kiribû doz lê hatibû vekirin, beraet kir.

Di dema belavkariya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de li ser rojnameger Îbrahîm Coşkun 102 rojname hatibûn girtin. Li ser vê yekê der barê Coşkun da doz hatibû vekirin. Doza Coşkun li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê hat dîtin. Dadgehê bi îdîaya ‘endamiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ doz vekiribû. Di dozê de Coşkun û parêzerên wî amade bûn. Piştî heyetê li îfadeyê wan guhdarî kir der barê Coşkun de biryara beraetê hat dayîn. MANÎSA

Albuma Nûçeyê